Mîhrîcana FîlmAmed îsal dê têkoşîn û berxwedana jinan nîşan bide

09:09

JINHA

AMED - Di 2'emîn Mihrîcana Fîlman Amedê a bi dirûşmeya "SÎnemayên Bêsînor" dê îsal herî zêde cih bidin mijara jinan. Endama Komeleya Akademiya Sînameyên Rojhîlata Navîn Rojhîlat Aksoy Degîrmencî di derbarê mîhrîcanê de axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku jinan bi sînemeyê ji gel re vebêjin.

Mîhrîcana Fîlman ku her sal li Amed û Wanê bi pêşengiya Wezareta Çand û Hûner a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Akademiya Sînameyê ya Rojhilata Navîn tê li dar xistin, îsal jî bi dirûşmeya "Sînemeyên Bêsînor" û mijara "Azadî" dê bê pêşandan.

Dİ MÎhrîcana Fîlman a îsal de dê piranî cih bidin berhem û çirokên jinan. Her wiha îsal dê têkoşîna jinê bi fîlman bê vegotin. Endama Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Rojhilat Aksoy Degîrmencî di derbarê mîhrîcanê de axivî. Rojhilatê da zanîn ku di mihrîcanê de ji bo piştgiriya berxwedana Sûrê beşek taybet wê hebe. Rojhîlatê got ku divê mîhrîcanê de nîqaşa piştgiriyên li ser fîlmên Kurdistanê jî wê bên kirin.

‘Fîlmên cur bi cur pêşkêşî gel dê bênkirin'

Rojhîlatê anî ziman ku armanca wan ew e ku film û çanda kurd bi civakê bidin nasîn û wiha pêde çû: "Gel ji aliyê film û şanoyan ve gelek qelse û derfetên wan tune ne ku biçin salona sînamayê û filmên tên kişandin temaşe bikin. Lewra me jî tiştek wiha fikirî û da destpêkirin. Bi salan e ku em xabatên mîhrîcanê bi fîlmên cur bi cur pêşkêşî civakê dikin. Mîhrîcanên me ji aliyê gel ve jî rastî alaqeyak mezin tên."

‘Juriya gel ya Rozerîn Çukur hebe’

Rojhîlatê balkişand ser beş û sedema zêdehiya fîlmên jinan û ev tişt got: "Di her mîhrîcanê de fîlmên cuda hene. Lê me îsal xwest ku mijara filmên jinan ên din zêdetir bin. Lewra me hewldanên me bi vê awayê ne. Di dawiya mîhrîcanê de dê ji aliyê Juriya gel ve ya 'Rozerîn Çukur' hebe û xelat bi rayên temaşevan ve, wê bê dayîn û fîlma herî baş dê ji aliyê gel ve bê hilbijartin."

‘Serlêdana fîlman destpêkir’

Rojhîlatê dîroka destpêka mîhrîcana fîlman ku dê di navbera 4-13'ê Mîjdarê de bê pêşandan, bibîr xist û daxuyand ku serlêdanên fîlman destpêkirine.

(ho/rc)