Qêrîna jinan ‘Dengê bêdengiyê’
09:14
Hikmet Tunç/JINHA
WAN –Asya Xerzan ya di 9 saliya xwe de ji Êlihê koçî Elmanyayê kir, xwe û jin di pirtûka xwe ya helbestan a bi navê ‘Dengê bêdengiyê’ de vegot. Asyayê got: “Heta qêrîna jinan bê bihistin ezê binivîsim.”
Asya Xerzan di 1974’an de li gundê Qorix a Beşîriya Êlihê hat dinê. Asya jinek Êzidiye û di 1985’an de ji ber mislimantî red kirin 45-50 malbatî bi hev re koçî Elmanyayê kirin. Asya di 9 saliya xwe de çû surgunê û 31 sale li Elmanyayê dijî. Asyayê dîroka xwe lêkolîn kir û polîtîkaya koçberkirinê baştir fêm kir û ji ber vê ji bo deng bide dengê jinan lêkolîn kir û helbest nivîsî. Asya helbestên xwe jî di pirtûka bi navê ‘Dengê bêdengiyê de’ tîne cem hev.
‘Heta dengê jinan neyê bihistin ezê biqêrim’
Asyayê got gelek sedemên nivîsandina vê pirtûkê heye û got: “Her ku ez dinivîsim dilê min xurt dibe û ez dixwazim binivîsim. Heta dengê jinan bê bihistin ezê biqêrim. Wek qêrîna dayikek ku dilê wê parçe bûye, wek êş û kedera dayikeke ku ewladê xwe winda kiriye. Ji bilî wê dayikê kes qêrîna wê dayikê hîs nake.Ez dixwazim bibim dengê jinên rastî tecawizê hatine.”
'Divê jin xwedî li zimanê xwe derkeve’
Asya ku pirtûka xwe bi kurdî nivîsî diyar kir ku hemû taybetiyên ziman di pirtûka xwe de dide xuyakirin û got di heman demê de di helbestên xwe de jinê esas digire û got: “Ez dixwazim bibim dengê jin û keçên bûne berdêlên doza xwînê. Ez dixwazim di helbestên xwe de jiyanê bidim evîn û hezkirina bindest. Dengê bêdengiyê xebata min ya yekeme. Ez bêdeng namînim. Gelek sedemên min hene.”
'li Rojhilata Navîn koletî li Ewropayê azadiya sexte’
Asyayê bi lêv kir ku li Rojhilata Navîn koletiya li ser jinê gelek kûre û li Eworpayê jî di bin navê azadiyên zexte de jin xwe heyî dikin.
(dc/hu)