Serlêdana Akademiya Cegerxwînê dewam dike
09:06
Zeynep Durgut/JINHA
AMED - Li Amedê serlêdanên Akademiya Cegerxwînê rastî eleqeyek mezin tê.
Di binesaziya Navenda Çand û Hûner a Cegerxwînê Akademiya qûrsên Govend, Şano, Sînema, Wêne mûzîk, Ziman û Wêjeya Kurdî ya ku serlêdana wê di 1'ê Gelewêjê de dest pêkirî û dê di 9'ê Rezberê bi dawî bibe rastî eleqeyek mezin ya şagirtan tê. Mamosteya Mûzîkê ya Navenda Cegerxwînê Sarya Yîgîtogluyê têkîldarê amedekarî û serlêdanê şagirtan agahî da me.
Ciwan û gelê kurd li hember hunerê ne bê alternatîfe
Sarya Yigitoglu diyar kir ku, ciwan li hember hunerê eleqeyek mezin nîşan didin û wiha got: "Xebatên me dest pê kirin. Me lez da xebatên xwe û em selêdanên şagirtan digirin. Di astên akademibûyinê de xebatên me hene. Niha jî di hêla hûnerî de em serlêdanan digirin ev çend salin em dibêjin ku ciwanên me gelên me ji aliyê hûnerê ve, an jî aliyê perwerdêya hûnerê bê alternatîfin. Bi her awayi xebatên me didomin, mînak di qadên Şano, Govend, Mûzîk, Sînema me xebatên qûrsan da dest pê kirin. "
Saryayê destnîşan kir ku, hûner bandorek mezin ser ciwanan dike û wiha domand: "Niha gelek ciwan eleqeyêk mezin nîşanî hunerê didin. Ji ber ku em di asta zanîngehê de ders didin. Ji ber vê yekê jî em li vir hûnermendên ciwan ji nû de keşf dikin. Dersên me bê navber didomin. Ev 2 sale em xebatên akademiyê didin meşandin. Gelek ciwan ji bo akademiyê serî li me dide. Ev yek jî keyfxweşiyê û kelecanek mezin dide xabatên me."
Ciwan hêzên xwe di nava hunerê de pêş dixin
Saryayê bal kişand ser eleqeya ciwanan ya li hember xebatên Cegerxwînê û pêl da axaftina xwe: "Li Cegerxwînê ji ber ku her beş hene eleqeya jin, ciwan û heya zarok jî zêde dibe. Gava ciwan ji bo beşek din tên, lê dinêrin beşek din ya ku ew dikare xwe baştir pêş bixe, hildibijêre afrîneriya xwe derdixe holê. Piştre xwastekên wan tê guhetin . Ev yek jî dibe dewlemendiya hûner."
(rc)