Yasemînên Reş li ser jin û dagirkeriyê hatiye nivîsandin
11:45
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN – Nivîskara Cezayîrê Hawa Djabalî li ser mijarên evîndarî heya tundiya sîyasî, dagirkeriya zayendî û yên li hemberî wan disekine nivîsiye. Gelek mijarên din ji romana bi navê Yaseminên Reş şîrove kiriye. Di pirtûkê de agahiyan li ser rehê siyaseta îslamî û qeyîrana siyaseta Rojhilata Navîn dide.
Nivîskar Hawa Djabalî xwe wek “Bakûr Efrîkayê, erebek evîndara Fransiz” dide naskirin. Pirtûka wê ya bi navê SYaseminên Reş ser weşana Guldunyayê pêşiya salekê hat weşan din. Naverok û berga pirtûkê bala mirovan dikişîne ser xwe. Sazumaniya bergê ku destnîşana Hunermendê Îranî Asad Fauwell ê ku li ABD yê dijî tê hilgirtin jî mensûpê Mîne Ozalpê ye.
Weşanxaneya Gundunyayê piranî li ser pirtûkên nivîskarên jin disekine. Li gel wê jî ev pirtûk li hemberî dagirkeriyê ji bo jinê rê yek nû vedike. Pirtûk di 2001’an de Parîsêde bi boneya bombeya li magazeyek mezin de dest pê dike. Di pirtûka Hawa Djabaliyê de li ser mijarên evîndarî heya tundiya sîyasî, ji dagirkeriya zayendî û yên li hemberî wan disekine naveroka xwede digire. Di pirtûkê de agahiyan li ser rehê siyasiya îslamî û qeyîrana siyaseta Rojhilata Navîn dide.
Hawa Djabali kiye ?
Hawa Djabalî di demekê li ser navê Assîa D. de nivîs dinivîse. Hawa Djbalî 1949’an de li Franseyê tê dinê, di 12 saliya xwe de li Cezayîrê perwerdeya şanoyê dibîne. Di kanala radyoyê ya Cezayîr III de xebitiye. Lîstikên şanoyê û romanên cuda jî nivîsiye.
(hk/zt)