Wênexêz Gulgun, dixwaze bi Teosê hêviyan zêde bike
09:03
Manolya Bulut-Ozgu Ozutok/JINHA
ÎZMÎR- Wênexêz Gulgun Îşbîle bi komeke hevalên xwe re li Seferîhîsarê kampa Hunera Teos ya komunal ava kir. Gulgun li vê kampa ku hatiye avakirin de dixwaze di pêşerojê de atoleyaya wêne, seramîk, daran, çerm mask veke.”
Di meha hezîranê de li Seferîhîsara Îzmîrê li taxa Sigacikê kampa Hunera Teos hat vekirin. Ev kamp ji bo kesên dixwazin kampê bikin alternatîfe û her wiha mumkune ku li vir rihê hunera kolektîf bê dîtin. Damezrînera kampê wênexêz Gulgun Îşbîlenê kampa hunera Teos vegot.
‘Em dixwazin tiştên xweş bidin jiyîn’
Gulgunê wiha got: “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn. Di alî wênexêziyê de çi ji destê me bê em ji mirovan re dibin alîkar. Ez dixwazim ji kesên hezkiriyên wênexêziyê re bibim alîkar. Dema me kamp ava kir me di alî borî de nenêrt. Ez bi hevserê xwe re li Seferîhîsarê bi cih bûm. Me cihekî wek mala hunerê û wek cafeyê fikirî. Piştre fikra me pêş ket û me got bila cihek mezin be û kes lê bimîne.”
Gulgunê got daxwaza wê ewe ku tiştekî komunal bike û bi mirovan re hinek tiştan parve bike. Gulgunê got ew dixwaze ji kesên wênexêziyê hez dikin re bibe alîkar.
(hu)