‘Li dijî muhafazakariyê femînîzm’

09:06

JINHA

STENBOL- Femînîst nivîskar-aktîvîst Handan Koç bi pirtûka xwe ya bi navê ‘li dijî muhafazakariyê femînîzm’ rolên bi salane li jinan hatiye ferzkirin digire dest.

Handan Koç ku di tevgera femînîst a Tirkiyeyê de cih digire, pirtûka xwe ya bi navê ‘li dijî muhafazkariyê femînîzm’ ji weşanên Guldunya derxist. Ev pirtûka k udi 2012’an de ji weşanên destek derket, muhafazakariya Tirkiyeyê, nêrîna li dijî jinê dinirxîne. Di vê serdema ku AKP û lîberalîzm serdestin de, fikrên rastigir bi nêrîneke femînîst tê destgirtin û nêzîkatiya Necîp Fazil, Saîdê Nursî û Fetullah Gulen a li dijî jinê teşîr dike.

Handan Koçê xwe femînîsteke şoreşger a endama femînîzma pêla duyemîn dide nasîn û bi pirtûka xwe, ji pirsgirêkên ku pergala civaka baviksalar û muhafazakariyê ji jinan re peyda dike, dibe ronahî. Nivîskar Handan polîtîkaya muhafazakar jî ji nêz ve dişopîne.

Di pirtûkê de, Risayên Nur û komara Sizintir ku divê jin çawa bifikire, çi li xwe bike û rolên li ser jinan hatine ferzkirin, hatiye destgirtin. Ev pirtûk ji bo jinên Tirkiyeyê yên li malê hatin hepskirin wek rehbereke îdeolojîke.

(fk/hu)