2.yemîn Mihrîcana zarokan berdewam dike
15:44
Îlon
2
/ 2016
JINHA
RIMÊLAN - 2.yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê ya ku bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê hatibû destpêkirin dewam dike.
Li bajaroka Girkê Legê ya Kantona Cizîre, li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran 2.yemîn Mihricana Zarokên Rojavayê Kurdistanê destpêkir. Mîhrîcana ku bi dirûşmeya "Zarok xemla jiyanê ne" di 1'ê Îlonê de destpêkirî dê heya 8'ê Îlonê berdewam bike.
Di 2.yemîn Mîhrîcanê de wê 45 komên zarokan ji beşên mûzîk, dîlan, şano tevlî bibin. Dîsa ji kantona Kobanê koma zarokên êzidî û ereb yên Kampa Roj û Newroz roj bi roj we hunere xwe pêşkeş bikin.
(rd/rc)