Lîstokvanî û stranên zarokan elaqeyeke mezin dît

10:20

JINHA

RIMÊLAN- 2.yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê di roja xwe ya sêyemîn de bi coşeke mezin dewam kir.

Li bajarê Rimêlan, li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê 2.yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê ku duh destpêkiribû, di roja siyemîn de bi bernameya xwe ya dewlemend û coşeke bilind dewam kir. Di Mîhrîcanê de ji 14 bajarên Kantona Cizîrê û Kobanê 45 komên zarokan ên mûzîk, şano û dîlanê beşdarî dibin.

Di roja siyemîn ya mîhrîcanê de komên Dêrikê ya bi navê Kulîlkên Azadiyê û koma Ava Mezin şanoyên xwe pêşkêş kirin. Di şanoyê de performansa xurt a zarokan rastê elaqeyeke mezin hat û bi çepikên gerim hatin pêşwazîkirin. Paşê Koma Kampa Newroz ya bi navê Êzidxanê û koma Kulîlkên Şengalê jî bi stranên xwe yên zîz, rengeke xweşik dane Mîhrîcanê. Li ber stranên koman, zarok û beşdarên mîhrîcanê jî dîlan gerandin û bernameya mîhrîcanê ya roja siyemîn dawî kirin.

(rd/en/rc)