Dengbêj Feleknaz berxwedana Sûrê bi klaman vedibêje
09:09
Zeynep Durgut/JINHA
AMED- Mala Dengbêjan a ku di pêvçûnan de hatiye gulebarankirin rastî eleqeyeke mezin tê. Dengbêj Feleknaz Esmer bi klaman berxwedana Sûrê bi herkesî dide nasîn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê YPS û YPS-JIN, bi mehan li hemberi hêzên dewletê li ber xwe da. Hêzên dewletê ligel hilweşandin û xirakirina avahiyan çanda kurdewarî jî hedef girt. Mala Dengbêjan a ku li Sûrê xebatên xwe dikir û bi rê ve dibir, rastî êrîşê hatibû û di dema pêvçûnan de avahiya wê hatibû gulebarankirin. Mala Dengbêjan li hemberî hemû êrîşan xebatên xwe ranewestand û niha rastî eleqeyek mezin tê. Dengbêj Feleknaz Esmer jî ku endama malê ye, bi klaman berxwedan û têkoşina Sûrê vedibêje. Feleknazê diyar kir ku, li Sûrê berxwedanek dîrokî derkete holê û got ku, divê ew berxwedan bi klaman bê ziman.
'Li Kurdistanê berxwedan bi klaman tê ziman'
Dengbêj Feleknaz ya ku bi klaman berxwedanê tîne ziman bal kişand ser çanda dengbêjî û ani ziman ku, diroka Kurdistanê bi klam û lorikan diherike cîhanê. Wiha axivi: "Di dîroka Kurdistanê de heya niha gelek êş û berxwedan hatine jiyîn. Li Surê jî berxwedan bi mehan berdewam kir. Ez dengbêjiyê wek dirokê dibinim. Li Kurdistanê komkujî û berxwedanên ku hatine jiyîn em bi klaman bi tevahiya cihanê didin nasîn. Ji bo min dengbêjî wek lorîkek dîrokê tê, niha jî em bi klamên berxwedêr çand û rastiyan tînin zimên."
'Em ê bi klaman berxwedana Surê mayinde bikin'
Feleknazê destnişan kir ku dewletê dixwest ligel dîroka Surê çanda kurdewarî ji holê rake û wiha domand: "Li Surê berxwedanek bêhempa hat nîşandayin. Jiyana me jî her tim bi stranan hatiye vegotin. Em jî niha bi klaman dixwazin berxwedana Surê vebêjin. Dengbêjî bi tena serê xwe pêşengiya dirokê dike. Her tişt ji holê rabe jî tu hêz û êrîş nikare dengbêjiyê xilas bike. Mala Dengbêjan jî eleqeyek mezin dibîne û her kesên dengbêjiye meraq dikin tên me guhdarî dikin. Ev jî pir keyfxweşî û kelecanê dide me. Ji xwe ez ji zarokatiya xwe heya niha dengbêjiyê dikim. Ez bi dengbêjiyê û klaman jiyanê hîs dikim. "
Feleknazê bi klaman axiftina xwe bi dawî kir.
(mm/rc)