Roja çaremîn ya Mîhrîcanê coşeke mezin da
10:42
JINHA
RIMÊLAN- 2'yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê bi reng û xemla berhemên zarokan dewam dike.
Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner ya bajarê Rimêlan ku ji 1'ê mehê ve malovanî ji 2.yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê dike, bi berhemên zarokan dixemile. Di roja çaremîn ya Mîhrîcanê de Koma Tirbesipiyê ya Kulîlkên Rojava govenda gelêrî ya herêma xwe gerandin. Paşê jî Koma Şehîd Dilo ya şanoyê derkete ser dîke û lîstoka xwe pêşkêş kirin.
Koma zarokan a ji bajarê Amûdê bi navê Kulîlkên Amûdê jî şanoyek pêşkêş kirin. Di berdewamiya Mîhrîcanê de koma Heyîvroja mûzîkê û koma Şehîd Sara ya ji Amûdê jî berhemên xwe yên xweş nîşan dan.
Komên hunerî yên zarokan bi berhemên xwe ji mêvan û beşdarên Mîhrîcanê re kelecan û coşek mezin dan. Roja çaremîn a Mîhrîcanê bi kêfxweşî bi dawî bû.
(rd/en/rc)