Berxwedana Bakûr bi dengê jina dengbêj nemîr dibe

09:37

Hulya Okalîn /JINHA

ÊLIH – Berxwedana Bakûr ji bo dengbêjan bû berhem. Dengbêja jin Zînet bi berhema xwe ya bi navê “Keko Ferman e” berxwedana xweser nemir dike û derdikeve pêşberî dengbêjhezan.

Berxwedana gelê kurd ku bi mehan li li Cizîr, Nîsêbin, Gever û Şirnexê li hemberî hezên dewleta tirk, bi dengê jina dengbêj nemir dibe. Dengbêj Zînet bi strana xwe ya bi navê “Keko Ferman e” berxwedana dîrokî radigîhine nifşên nû û derdikeve pêşberî dengbêjhezan.

‘Berxwedana dîrokî di nav molaza pêvajoyê de neyê ji ber kirin’

Dengbêj Zînet derbarê berhema xwe de axivî û diyar kir ku dengbêj eynika rastiya civaka gelê kurd e û ew jî şewqa xwe didin civakê. Zînet anî ziman ku, armanca wan ew e ku berxwedana xweser dîrok bi stranên xwe nemîr kirine û wiha got: “Berxwedana heremê li ser me gelek bandor kir ji ber vê yekê ez û dengbêj Ehmed bi destpêka berxwedanê û şûn de klama ‘Keko Ferman e’ çêkir. Me xwest bila berxwedana dîrokî di nav molaza pêvajoyê de neyê ji ber kirin.”

‘Berxwedana lehengên xweseriyê ragihînin nîfşên nû’

Zînetê li ser misyon û giringiya dengbêjiyê jî ev tişt got: “Berhemên dengbêjiyê her tim li ser berxwedan, eşq û lehengan in. Dîsa dengbêjî di beşa wejeyê de jî xwedî giringiyek e, ji ber ku dengbêjî wek ‘edebiyata devîkî” tê pênasekirin. Bi hezaran çîrok û serpêhatiyên di nav civakan de hatin jîndin, bi saya dengbêjan heya roj'a me ya îro hatiye. Eger em ji destana 'Evdalê Zeynê' minak bidin. Destanekî kevnar e û bi saya dengbêjnê nemîr xwe gihandiyê hemû nifşan. Me jî xwest ku berxwedana lehengên xweseriyê ragihinin nîfşên nû.”

‘Degbêjî li ser civakê bandorek dihêle’

Zînetê dibejê ku lİ heremên xweser bi hezaran ciwan li hemberî hêza dewletê li ber xwe dane. Ev berxwedan ne ji rêzê ye. Li ser vê berxwedanê dibe ku bi sedan pirtûk, çirok, stran, ango gelek berhem bên çêkirin lê berhema dengbêjiyê gelek cuda ye û di nav civakê de bandorek gelek mezin dihelê. Zînetê dengbêjiyê şibihan eyneyê û wiha got : “ Dengbêjin ayneya civakê ye. Lewra divê em dengbêj rastiya civakê bistirin û raxin ber çavan.”

‘Berxwedana gelê kurd dîrokî ye’

Zînetê di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku, berxwedana li Bakûr û Rojava dîrokiye û ew dîrokê distîrin. Zînetê wiha doman: “Şer û berxwedana ku li Kobanê dest pê kir û heya Bakûr hat, ne biçûk e. Şerekî gelek mezin û giring e. Tenê bi gotinek şer û berxwedanekî dîrokî ye. Em wek dengbejan her tim êş û jana dayikan di kurahiya dilê xwe his dikin û wek dayikan dilêş bidin. Çawa ku dayik êşa xwe dilorînin em jî lorîna wan bi stranan parvedikin. Her tiştê ku di nav civaka me de tên jîndi, dîroka me ye. Divê em jî wek hunermendan xwedî li dîroka xwe derkevin.”

Zînetê di dawiyê de got ku dê hewl bidin, cih bidin berhemên berxwedanê û berxwedana ji gel bi strana vebêjin.

(rc)