'Mîhrîcan bû zimanê xeyal û berhemên zarokan'
12:19
JINHA
RIMÊLAN- Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê di roja 5'mîn de rastî eleqeyek mezin hat.
Bajarê Rimêlan ev 5 roje ji Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê re malovanî dike. Heya niha her roj komên zarokan ên girêdayî TEV-ÇAND'ê bi berhemên xwe yên hunerî, bernameyên dewlemend û ji hev xweştir derdikevin ser dîkê. Di roja pêncemîn de jî stran, şano û folklora zarokan bi çepikên germ tên pêşwazîkirin.
Koma Serêkaniyê ya Şehîd Yekta şanoyeke pêşkêşkirin. Di şanoyê de hevaltiya rast û jiyana ku bi hevgirtinê xweş dibe hate ziman. Koma kulîlkên Mizgîn govendên folklorî ya herêma Amedê gerandin û paşê koma Şehîd Jiyan stranên xwe gotin.
Koma kampa Roja ya zarokên ereb jî bi stranên xwe û cilên xwe çanda gelê ereb nîşan dan. Zarokan di stranên xwe de êşa koçberî û hesreta vegera axa xwe anîn ziman. Mîhrîcan di roja 5'emîn de, elaqe û coşa temaşevanan geş kir.
Ji komîteya amadekariyê Zozan Hesekê derbarê mîhrîcanê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir. Zozanê got: "Bi alîkariya Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND'ê jin vê mîhrîcan organîze kir. Di vê mîhrîcanê de ne tenê zarokên kurd, herwiha komên zarokên ereb jî tevlî bûn û çanda xwe nîşan dan. Ev jî yektiya çandan rave dike."
Zozanê da zanîn ku, zêdetirî 700 zarokan bi berhemên xwe yê hunerî tevlîbûne û wiha domand: "Di berhemên zarokan de şano, mûzîk, govend hat pêşkêşkirin. Wek komîteya amadekar ev zêdetirî du meh bû ku em li tevahiya bajarên Kantona Cizîrê û li Kobanê û kampên penaberan geriyan û me zarok ji bo tevlîbûna mîhrîcanê amede kir. 1'ê mehê jî di roja Aştiya Cîhanê de hate mîhrîcan dest pê kir. Zarok rengê aştiyê û sembola azadiyê ne. Me ev mîhrîcan diyariyê zarokên di komkujiya Qamişlo û Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan kir."
Zozanê peyama mîhrîcanê wiha vegot: "Yek ji peyama sereke ya vê mîhrîcanê zarok bi rengê xwe dibêjin 'Na ji tecrîdê re'. Me di vê mîhrîcanê de ev peyam da. zarokên me bi çand û kevneşopiyên xwe jî hesiyan û girêdana wan û paşerojê xurtir bû."
Endama koma Dirbêsiyê ya govendê Rojda Yûnis jî wiha got: "Em bi vê mîhrîcanê pir kêfxweş in. Mihrîcan rastî eleqeyek mezin hat. Em vê mîhrîcanê diyariyê zarokên şehîd û Rêber Apo dikin."
(rd/en/rc)