Koçeran rengê xwe dan mîhrîcanê
12:12
JINHA
RIMÊLAN - Roja 6'emîn a mîhrîcana Zarokên rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna komên Rimêlan û Koçberatan geş bû.
Bi dirûşmeya "Zarok xemla jiyanê ne" 2'yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojava a çand û huner di roja xwe ya şeşemîn de bi coşeke mezin didome. Mîhrîcana ku li navenda Arama Tîgran a girêdayî TEV-ÇAND pêk tê, komên ji Rimêlan û Koçeratan derketin ser dikê.
Di roja 6'emîn de koma Diljîn Nêrgis a ji Rimêlan ku ji zarokên keç pêk dihat govend gerandin. Di govendê de cil û berg û xemla jina kurd hate nîşandayîn. Herwiha koma Berfa Çiya jî stran gotin.
Ji Hêrêma Koçeratan a girêdayî Dêrikê jî koma Kûlîlkên Koçera dîlana koçerî gerandin û çanda koçeran pêşkêş kirin. Herwiha koma koçeran şenoyek bi navê "Çûkê Felek" pêşkêşkirin. Di şanoyê de şaşitiya xapandina hevalên xwe hatibû bidestgirtin. Di şanoyê de jiyana koçeran a xwedîkirina sewalan, çêkirina nanê tendûrê jî hate nîşandayîn. Koma Dengê Awazên Koçeran stranên herêma xwe ya gelêrî vegotin.
Roja 6'an a mîhrîcanê bi coşeke mezin û gerandina govendê bi dawî bû.
(rd/en/rc)