Li Aram Tîgranê hûner bi hêstên jinan tê hunandin

09:10

Zeynep Durgut/JINHA

AMED- Li navenda Konservartoara Aram Tîgranê xwendekarên jin bi lêdana enstûrmanên mûzikê ên rojhilatê Kurdîstanê hêstên kurdewarî didin hîs kirin û bi vî awayî xwendekarên Aram Tîgranê her enstûrmanan hîn dibin.

Li navenda Konservartoara Aram Tîgranê xwendekarên jin ji Enstûrmanên cûr be cûr sûdê digirin. Xwendekarên jin bi lêdana enstûrmanên mûzîkê yên rojhilatê Kurdîstanê ên wekî Santhûr û Kemençê hêstên kurdî didin hîs kirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew bi lêdana enstûrmanên Santhûr û Kemençê qêrina kurdan a bêdeng didin bihîstin.

‘Santhûrê her tim hêstên jinan xiz dike’

Xwendekara bi navê Derya Koç ya ku Enstûrmana Santhûrê lê dide diyar kir ku, ew bi lêdana Santhûrê qêrina jinan dibihîze û got ku, ew Enstûrmana Santhûrê wek qêrina gelên bindest bi nav dike û wiha axivi: "Îsal sala min a 2’emîne li Aram Tîgranê. Ez dest pê kê li MKM’ya Stenbolê bûm. Min nedizanî ku li Amedê Konservartoara Aram Tîgranê heye. Hevalên min qala wê kirin pir bala min kişand ez hatim li vir. Ez niha pir kêfxweşim. Ez dikarim bêjim ku pişti, ez hatime li Amedê heya niha di aliyê hişmendî de di aliyê notedayinê û perwerdehîyê de jî pir başe û bandorek mezin dihêle ser mirov Enstûrmana min Enstûrmanek rojhilatê Îranê ye. Nasîna min a ji enstûrmanê Santhûrê re di kûçekê yê de bû li Stenbolê hûnermendên kolanan lê didan gava ku, wan lê didan min heya dawî guhdar dikir û her tim Enstûrmanê Santhûrê bala min kişandi ye hêstên min kişandine xwe.”

‘Ez di Santhûrê de jinê dibînim’

Deryayê anî ziman ku, gava ew Enstûrmana Santhûrê lê dide hûnerê ji gelan re dide nasîn û bi lêv kir ku, ew hînbûna hûnerê wekî berpirsyariyek civakî dibine û wiha pê de çû: "Lêdana Santhûrê ji bo min wek hêviyek dûr dihat lê niha car caran ez tevlî konseran jî dibim. Ev jî kelecanek pir cûda dide min. Ji xwe mamosteyê me jî rojhilatê Kurdistanê hatiye. Ev jî xebatên me û hînbûna me hêsantir dike. Ez ji Santhûrê pir hez dikim gava ez li Santhûrê dinêrim çavên min bi rondikan tejî dibe. Santhûr ji bo min qêrina jinê ye. Dengek pir tîz derdixe û amûrek pir hêstiyare. Gava ez lê didim ez jinê tê de dibînim. Ez li vir jî bang li ciwanan dikim ku bila bên Aram Tîgranê hînî hûnera kurd bibin.”

‘Kemençe bi tena serê xwe hêstên gelê kurd îfade dike’

Xwendekar Şîrîn Tekin ya ku, Enstûrmanê Kemençeyê lê dide da zanîn ku, hûner mîsyonek mezine û wiha got: "Salek min li vir nû dawî bû bi rastî li Aram Tîgranê perwerdehiya hûnerê a herî baş tê dayin. Ez niha hina şagirtim 2 salên min mane ku, ez dawî bikim. Ez ji mûzikê pir hez dikim her tim mûzikê bandorek cûda li ser min kiriye. Derfetên min ên aborî tune bûn bi saya Aram Tîgranê ez niha tiştê ku, jê hez dikim ve mijûlim. Mamosteyê min jî ji Îranê hati ye gava mamoste Kemençe lê dida bala min pir dikişand, niha ez gava Kemençe lê didim ez hêstên xwe dixim nav tevgerê. Eger hêstên mirov nebe mirov nikare Enstûrmanan lê bide. Ji ber ku hûner bi hêstên mirovan tê saz kirin. Dengê Kemençê ji bo min xemgîniyê îfade dike. Ez wisa hîs dikim ku dengê kurdan tê min ji xwe Kurda jî dîroka heya niha êşên herî mezin dijiya ne. Ji ber wê dengê Kemençê bi tena serê xwe hêstên gelê Kurd e.”

(zyd-md/rc)