Zarokan Hesekê ser dîka mihrîcanê bûn

11:58

JINHA

RIMÊLAN- Di 2.yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê a roja 7'emîn de komên Hesekê derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêşkirin.

Li Navenda Çand û Hunera Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê ji 1'ê Îlonê ve Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Di mîhrîcanê de ji 14'e bajarên Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê bi giştî 45 komên çand û hunerî yên zarokan beşdar bûn. Mîhrîcan her roj dibe sehneya komên zarokan ên ku berhemên dewlemend pêşkêş dikin. Di roja 7'an de jî komên Hesekê li ser dikê bûn.

Di serî de koma Şehîd Salar a girêdayî Navenda Xabûr a bajarê Hesekê derkete ser dikê. Komê govenda herêma Amedê gerandin. Paşê Koma Şehîd Delîla ya zarokên jin govend leyîstin. Endamên komê bi cil û bergên xwe jî xwestin çanda Amedê biteyisînin. Koma Şehîd Yekta şanoya bi navê "Nêçîrvan" leyîstin. Di şanoyê de jiyana çûkan ku bi hev re dijîn û dibin alîkar, lê rastê êrîşan tên hate vegotin.

Koma Şehîd Zelal û Koma Şehîd Newroz jî bi stranên xwe coşa mîhrîcanê bilidntir kirin. Staran kurdî, erebî hate gotin. Zarokan di stranên xwe de berxwedanî û zarokên di şer de hatine qetilkirin, bi bîr anîn.

Di dawiya mîhrîcanê de koma werzîşê ya pilingên tekvando şova xwe pêşkêş kirin û ji hêla mêvanên mîhrîcanê bi çepikên germ hatin pêşwazîkirin.

(rd/en/rc)