Mihrîcan bi stran û govenda zarokên Kobanê bi dawî bû

09:46

JINHA

RIMÊLAN- 2.yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê di roja dawî de bi pêşkêşkirina berhemê zarokên Kobanê bi dawî bû.

Li bajarê Rimêlan ya Kantona Cizîrê 2.yemîn Mîhrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya "Zarok Xemla Jiyanê ne" di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê destpêkiribû. Mîhrîca îsal ji bo zarokên di komkujiya Dîlok û Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane, hat diyarî kirin.

Mîhrîcana ku her roj bû sehneya dîlan, stran, şano û lîstokên hunerî yên zarokên Rojava, di roja xwe ya dawî de reng û xemla zarokên Kobanê derxist ser dîke. Roja dawî ya mîhrîcanê bi şahiyeke mezin bi dawî bû.

Di şahiyê de Hevseroka Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsif, endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Henîfe Hisên, Rêvebera TEV-ÇAND'ê Ruha Hisên, herwiha nûner û rêveberên rêxistin û saziyan jî beşkdar bûn.

Di şahiyê de Henîfe Hisên axivî û girîngiya mîhrîcanê ji bo pêşketina berhemên hunerî yên zarokan anî ziman. Henîfeyê wateya çandê jî bi lêv kir û wiha got: "Çand teyisandina xemla jiyana me, nasnameya me ye. Berhemên li vir hatin pêşkêşkirin berhemên şoreşê ne. Berhemên ramanên Rêber Apo ne. Ew çanda ku hatibû zuhakirin dubare li vir zindî dibe."

Piştî axaftinê ji Navenda Şehîd Baqî Xidir ya Kantona Kobanê Koma Şehîd Arîn stranên xwe pêşkêş kirin. Di stranên komê de bêtir berxwedana Kobanê û rojava hate ziman. Paşê Koma Şehîd Yekta şanoya bi navê "Em Azadin" pêşkêş kir. Di vê şanoyê de berxwedan û têkoşîna li beramberî koletiyê hate leyîstin.

Her wiha Koma Şehîd Dîcle govenda herêma Botanê, Koma Şehîd Perwîn a zarokên keç jî govenda herêma Ruhayê pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiya mihrîcanê de tevahî komên tevlî mihrîcanê bûne hatin xelatkirin. Li hin saziyên wek ragihandin, hêzên Asayişa Gel, Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê spasî hate kirin û diyarî wergirtin.

Mihrîcan bi gerandina govendê û berzikirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

(rd/en/rc)