Li Navenda Çand û Hunerê ya Nudayê dema nû destpê dike
09:06
Hîkmet Tunç - Vîldan Atmaca /JINHA
WAN - Navenda Çand û Hunerê ya Nûdayê dest bi qeydên dema nû kirin û bi zimanê dayikê perwerdê didin qursiyeran û bi vê armanc dikin ku çawan wan bê jiyîn.
Navenda Çand û Hunerê ya Nûda li taxa Xaçort a Wanê ye û dib in bana şaredariya Wanê de xebatên xwe dimeşîne. Di navbera 20'ê Tebax û 10'ê îlonê de serlêdana ji bo qursan hat kirin. Ji hîndekara zimanê Kurdî û Wêjeyê Salîha Ayata axivî û got di navendê de hemû qursên wê bên dayîn de zimanê dayikê esas tê girtin û got li navendê dersên (gîtar, darbuqe, erbane, def, saz), foklor, şano, sînema, zimanê Kurdî û wêje, wêne wê bê dayîn.
Salîhayê got serlêdanan di 10'ê Tebaxê de destpêkiriye û heta 10'ê îlonê didome û got piştî qeydan wê xebata atolyeyê ya 10 rojan pêk bînin û got: "Bi vê atolyeyê tê armanckirin ku kesên li gorî jîrbûna wan qurs bê dayîn. Piranî kes dibêjin em dixwazin di alî muzîkê de dersê bigirin. Em mulakatan de dibînin k udi alî muzîkê de pir ne jîre. Mînak em bêjin di şanoyê de serkeftîtire. Em berê wan didin şanoyê."
'Kesên temenê wan di navbera 6 û 40'î de serî dikarin li qursan bidin'
Salîhayê got armanca ji hevqetandina komên me yên wisa eve ku piranî kursiyerên me xwendekarin û ji ber diçin dibistanê dawiya hefteyê tên û got: "Hemû qursên me bê pere xwe qeyd dikin. temenê wan di navbera 6 û 40''i de diguhere. Kapasîteya navendê 500 kesî digire. Me heta niha 2 hezar kursiyer mezun kiriye.
'Jin eleqeyê nîşan dide'
Salîhayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji ber çand hilberîna jinê, qeydên qursan ji aliyê jinan ve rastî eleqeyek mezin tê û got: "Mînak 20 qursiyerên me hebin 14 heb jê jinin."
Salîhayê di dawiya xaftina xwe de diyar kir ku zarokên xwer bişînin navendê û hîna ku qurs bi dawî nebûne bila serî lê bidin.
(ng/hu)