Rûşen bi çêkirina bergan dîroka jinan nîşan dide

09:10

Zeynep Durgut/JINHA

AMED- Li Amedê Semta Ofîsê jina bi navê Rûşen Yakut bi derfetên xwe kargeha bergan vekiri ye. Bergên Rûşenê rastî eleqeyek mezin tê. Rûşenê diyar kir ku, ew dixwaze jin di her qadê de çalak bibin.

Li Amedê Semta Ofîse jina bi navê Rûşen Yakut, Kargeha bergan ya bi navê 'Pirço' bi derfetên xwe vekiriye. Bergên cûr be cûr ya Rûşenê rastî eleqeyek mezin tê. Di kargehê de de pîranî bergên ku tên çêkirin jin wek sembol nîşan dide.

'Jin reng didin çanda civakê'

Rûşenê diyar kir ku, ew bi vekirina kargeha 'Pirço' rengê jinê dertîne pêş û got: "6 mehe min vê kargehê vekiriye. Min zanîngeh xwend her tim mereqa min van tiştan hebû ji ber ku,her tim jin reng dide çanda civakê. Di zanîngehê de jî min her tim qûhar wekî din her cûreyên bergan çêdikir. Car caran min pirtûk ji hevalên xwe dixwast û ew li hemaberî wê kovar û pirtûk didan min. Ez ji kargeha xwe û karê xwe pir kêfxweşim ev tişt kêfxweşiyek pir cûda dide min. Ji ber ku wê demê şadbûna mirovan hîs dike mirov."

'Ez hêzbûyina jinê bi çêkirina bergan nîşanî civakê didim'

Rûşenê bal kişand ser nêrina civakê ya li hemberî jinan û got ku, divê jin afrîneriya xwe di her qadên jiyanê de bidin nîşandin û wiha got: "Ez hêzbûyina jinê bi çêkirina berqan nîşanî civakê didim. Di pergalê de mîsyonê jinê çawa hate be nîvîsandin, civak jî wiha tevdigere. Ez her tim li hem berî vî tiştî bûm. Ji ber wê jî ez niha ser pîyanim. Min hişmendiya li hemberî hebûna jinê tu car qebûl nekir û ez qebûl jî nakim. Niha jî em 2 heval li vir dixebitin. Em dest pê kê pir kûr fikirin ji ber ku mirovên heman reng hene em ê çawa bidîn ecibadin em pir fikirin niha jî eleqeyek mezin heye. Em ji vê yekê jî pir kêfxweşîn."

'Ez ji sembolên ku jinan temsîl dike ji bêrikan çê dikim'

Rûşenê bi lêv kir ku, ew pîranî sembolên ku jinê temsîl dikin çê dike û da zanîn ku ew bi çêkirina bergan, çanda bi wenda bûnê re rû bi rû maye bi hûnerê dide jîndin û wiha pê de çû: "Ez di beşa civaknasiyê de mezûn bûme. Ji ber wê jî niha herkes dibêje min ku te zanîngehê xwendiye tu çima naçî mamostetiyê hinabijêrî. Bi rastî min ev axiftinên hişmendiya perqalê qebûl nekir min kargeh vekir. Ji bo min her tim li gel civakê mamostetiya herî mezin bû. Niha jî ez bi sembolên ku jinê temsil dikin jê bêrgan çê dikim. Amûrên kevin yên ji ber destê dayikên me mane ez tînim gel hev û çante û bergan çêdikim. Hem ew hişmendiya civakê ya cihêzê di holê de radikim hem jî bi awayekî êrînî ji jinan re dibim hêz. Ez her tim dibêjim ku, divê jin her qaden de her kolan û her taxê de rengê xwe bide xuya kirin ku civak ber bi hûnera jinê ve biçe."

(ma/rc)