Zimanên cûr bi cûr hûnera yek ziman
11:59
JINHA
 
MÊRDÎN-Li Mêrdînê saziya li her derê hûner xebatên xwe bê navber dide meşandin. Xebatkara saziyê a dildar Pinar Demîral da xuya kirin ku, divê zarok bi lîstîk û hûnerê bên perwerdekirin.
 
Li Tirkiyeyê piştî ku  rewşa awarte hat  îlankirin şûnde gelek Rojname, Kovar, û Ajans  hatin girtin û mohrkirin herî dawî  ji  aliye dewletê ve 307 sazî û dezgeh hatin  girtin û mohrkirin. Li Mêrdînê saziya li her derê hûner ya ku, ji bo zarokên bi nasnameyên cûr bi cûr perwerdeyê dide bê navber xebatên xwe didomîne.  Xebatkara sazîyê ya  dildar Pinar Demîral, diyar kir ku, sazîyan wan pîranî ji bo zarokên koçber û zarokên ku, di bin derûniya şer de mane perwerdeyê didin û wiha berdewam kir;”Sazîya me wek dibistanekê xebatê dike. Di saziya  me de zarok bi lîstîkan  tên perwerdekirin. Li vir dersên hûnerê ji zarokan re tên dayîn.  Wekîdin  bi vî awayî afirinerî û baweriya zarokan derdikeve holê. Perwerdeya her cûreyê hûnerê li saziya me.   Dersên  wekî Şano, Wêne, Lîstîka Sîrkê û Akrobasî  tên dayin.”
 
‘Bi lîstîk û hûnerê afirinerîya zarokan pêşve diçe’
 
Pinar bi lêv kir ku, zarok bi lîstîk û hûnerê zanebûna xwe derdixînin holê û wiha berdewam kir;” Ev 5 sale sazî hatiye vekirin. Armanca vekirina sazîyê  destpêkê ew bû ku, em baweriya zarokan  bi lîstîna lîstîkan û hûnerê  mezintir bikin lê piştre me biryar da ku, ew zarokên koçber û di bin bandora şer de mayîn em bi hûnerê û lîstîkan perwerde bikin. Bi lîstîkan û hûnerê zanebûn û afirinerîya wan pêş ve diçe gava perwerdehî dibinin diçin ji malbatên xwe  û ciwakê re  pêşkeş dikin û ev jî bawerîyek cûda dide wan ji ber ku, zarok bi nasnameya hûnermend derdikevin ser dike ji ber vê yeke jî  serkeftina  her astek hûnerê jî bo zarokan peşveçûn e.”
 
Ji bo zanebûn û baweriya zarokan zêde  bibe mîhrîcanên nawnetewî tên lidarxistin
 
Pinar da zanîn ku, ew serkeftin û afirinerîya zarokan bi mîhrîcanên newnetewî pêşkeş dikin û wiha pê de çû;”Em mîhrîcanên newnetewî amade dikîn îsal jî 6’emîn mîhrîcana me ya navnetewî a lîstîka Sîrkê  dê bê lidar xistin.  Ji welatên cûr bi cûr hûnermend ji bo ku, perwerdehî bidin tên li vir 15 rojan li gundan û navçeyan xebatan didin meşandin.  Ji her nasnameyekî zarok hene Ereb, Sûryan,Kurd û Tirk hene. Em dikarîn bejin di sazîya me de hem dewlemendiya zimanan hem jî hûnerê heye. Zarok her çiqas hevdû fêm nekin jî ji hevdû hez dikin.”
 
