Jinên dixwazin çandê bidin jiyîn ji baca bilind bi gazincin

09:34

ENQERE- Hunermenda Nexşên Derziye ya Wezareta Çandê Mukadder Durukan ku kumaşên herêmî yên kevn li dukan xwe ya biçûk ya dîrokî, dinirxîne, diyar kir ku gelek jin hewl didin hilberînin, lê ji ber baca bilind nekarin atolyeyan vebikin.

Li taxa Kale ya Enqereyê di atolyeyê veguhestinê ya jinan de ji hilberînên organîk bigirin heta xişir û cil û bergên herêmî tên çêkirin. Ev cihÊ dîrokî bi veguhestina bajarî re bi restorasyonê ji bo kesên dixwazin kar bikin hat vekirin û gelek jin hunermendên Wezareta Çandê ne û divê bacê bidin. Yek ji van jî Hunermenda Wezareta Çandê Mukadder Durukane. Mukkaderê wiha got: “Dewlet dixwaze ji jinên ku kar vedikin re bibe alîkar. Ez ji ber hunermenda wezaretê me bacê nadim. Lê dema min vir vekir gotin bacê bide. Lê ev ne piştgiriye ezyete.”

Min fêr kir û piştre perwerde da

Mukkaderê diyar kir ku 30 sal berê dest bi dirûnvaniyê kiriye û çûye qursan piştre jî perwerde daye kesên din. Mukadderê wiha berdewam kir: “Min xwe li vir gîhand. Her çû min dirûn baştir hîn kir. Ez kumaşên kevn yên hatine jibîrkirin bikartînim. Ez wan ji nûve derdixim holê. Ez 20 salan li ser tekstîla malê xebitim. Herî zêde min cil û bergên gelerî çêkirin. Lê dewlet niha ji bo jinên ku dixwazin kargeriyê vekin baxê dixwaze. Ev li gorî min ne piştgirî ezyete.”