1'mîn konferansa Kevna Zêrîn ya çand û huner wê bê li dar xistin

17:23

KOBANÊ - Li Kantona Kobanê di bin dirûşmeya "Ji bo parastina jin û jiyanê em ê bi şoreşa çand û hunerê berxwedaniya xweseriya demokratîk avabikin" 1'emîn konferansa Kevna Zêrîn ya çand û hunerê wê bê li dar xistin.

Li Kantona Kobanê 1'mîn Konferansa Kevna Zêrîn ya çand û hunerê di bin dirûşmeya "Ji bo parastina jin û jiyanê em ê bi şoreşa çand û hunerê berxwedaniya xweseriya demokratîk avabikin" di 03'ê kanûnê de tê li dar xistin. Konferans wê bi tevlîbûna 80'î delegeyan û gelek saziyên civakê yên sivîl pêk bê.

Komîteya amedekar ya konferansê Evîn Berewad diyar kir ku armanca ji pêk hatina konferansê avakirina xweseriyê ye û wiha got: "Şoreş bi xweseriyê re pêş dikeve. Ji ber vê em dibêjin şoreşa jin û jiyanê. Jin êdî di wê astê dene ku di qadê çandê de jî xweseriya xwe îlan bikin û xebatê xwe rêvebibin."

Mîrxan Îsmaîl jî anî ziman ku li dar xistina konferansê ji bo wan gavek girînge û bi lêv kir ku jin êdî li her derê û bi taybet li Kantona Kobanê dikare di her qadê de bi aweyek xweser xebatên xwe rêve bibe.

Tê payîn ku di 11'ê kanûnê de konferansa giştî ya çand û hunerê li Kantona Kobanê bê li dar xistin.