Li Swêdê li hember îskenca li Ekin Wan hatî kirin çalakiya protestoyiya tazî

11:58

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Kiryarên li dijî mirovahiyê û teşhîrkirina bedena gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan), ku di şerekî li navçeya Mûş Gimgimê yê di navbera gerîla û artêşa Tirk de jiyan xwe ji dest da, li ber Parlamenta Swêdê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Li bajarê Baselê jî endamên Jinên Ciwanên Azad îskenca hovaneya li cenazê Ekin Wan hatî kirin şermezar kirin û banga meşa ku îro dê bê lidarxistin kirin.

Di xwepêşandanê de jineke Kurdistanî xwe li erdê dirêj kir û hewl da hovîtiya li Elturk hat kirin, vebêje. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û hunermendên di çalakiyê de axivîn, zîhniyeta tecawizkar şermezar kirin û bang li Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêd kirin ku li dijî polîtîkaya şer û barbariya AKP û dewleta Tirk bikevin nava tevgerê. Di çalakiya li ser banga Meclîsa Jinên Kurd a Amara hat lidarxistin û bi giranî jin beşdar bûn de, daxuyanî ji aliyê Ayşe Goktepe ve hat xwendin. Ayşe ragihand ku Şoreşa Rojava serketina jinan e û destnîşan kir ku di serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de pareke mezin a jinan heye. Ayşe da zanîn ku Erdogan ê nekarî xwe li van serketinan rabigire, li dijî gelê Kurd dest bi şer kiriye û diyar kir ku hikûmeta AKP jî ji bo hebûna xwe ya di sîstema serdestiya mêr de dewam bike, bi çavsorî êrîşî her şêwe bexwedana jinan dike.

Banga bilindkirina berxwedanê

Ayşe bilêv kir ku kiryarên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Kevser Elturk hatine kirin, sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema êrîşên dewleta Tirk ên salên 90'î li hemberî Kurdistanê kirî de tîne bîra mirovan û hat destnîşankirin ku polîtîkaya AKP'ê ya çavtirsandinê, wê nikaribe bi jinên Kurd û got, "Em ê li dijî her şêwe tîranî, barbarî û faşîzmê berxwedana xwe xurttir bikin" û bang li civaka navnteweyî û parêzvanên mafên mirovan kir ku li hemberî hovîtiya AKP'ê, piştgiriyê bidin gelê Kurd."

Hunermenda Yahûdî Dror Feîler û Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu jî di xwepêşandanê de axivîn, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya mezinkirina piştevaniya navneteweyî. Dror da zanîn ku nayê qebûlkirin Hikûmeta Swêdê li hemberî hovîtiya dewleta Tirk û talankirina mafên Kurdan bêdeng bimîne û destnîşan kir ku weke parêzvanek mafên mirovan ew ê hîn bêhtir polîtîkaya şer a dewleta Tirk protesto bike.

Di xwepêşandanê de Asli Gul bi zaravayê Zazakî li ser Kevser Elturk stran got. Bi qîrîna dirûşmeyan desthilatdariya AKP'ê hat şermezarkirin.

BASEL

Li bajarê Swîsre Baselê, endamên Jinên Ciwanên Azad, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin, protesto kirin. Jinên ciwan li Claraplatz a Baselê civiyan û destnîşan kirin ku ew ê îşkence û sûcê li hemberî jinan tên kirin qebûl nekin û li dijî vê têbikoş in.

Di çalakiyê de jinên ciwan de pankartên bi nivîsa "Em ê êdî nehêlin AKP û DAIŞ jinan qetil bikin" hilgirtin û li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û îşkenceya li cenazeyê Ekîn Wan hat kirin, belavok belav kirin. Jinên ciwan dirûşmên "DAIŞ, Erdogan ji Kurdistanê bicehimin", "Jin, jiyan, azadî" qîriyan.

Banga ji bo meşê

Li dû çalakiyê, ji bo meşa îro ya li Dreîrosenpart a saet 16'an bi pêşengiya DEM-KURD'ê tê lidarxistin, banga beşdariyê hat kirin.

(zt)