Şopê şîdeta mêran bi deqê tê veşartin
09:02
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Flavîa Carvalho a ku li bajarê Curîtîba a Brezilya yê dijî, bê pera deq ji jinên ku rastî şîdetê hatine re çêdike. Flavîa şopên şîdeta mêra li ser bedena jinan bi deqên renge reng digre û bi vî aweyî pêşî li travmayê zarokan digre.
Flavîa Carvalho a ku li Brezilya yê dijî û bi deqê şopên şîdeta mêr a li ser bedenê jinê digre û cardin bawerî avadike. Flavîa piştî birînê kirîdara xwe a ku berî du salan rastî êrîşa kêrê ji zikê xwe hatibû bi deqê girt û biryar da ku jinên rastî şîdetê hatine û di bedenê wande şopên şîdetê heyî bi deqê bigre û bibe alîkar. Flavîa di çerçoveya biryarê xwe de projeyek bi navê "A pele da flor" (Kûlîlka Çermê) dide despêkirin.
'Jin niha hîn kêfxweştirin'
Flavîa behsa meraqa xwe ya li hember projê dike û wiha dibêje: "Piştî ku deq çêkir û bertekên erênî min ji jinan girt ez gelek matmayî mam. Germahiyek ji xweşk, heval û bira zêdetir min dît. Ji her derê welat û carnan jî ji dervî welat li min digerîn û dixwestin bi min re bikevin nava têkiliyan de. Stûdyo dihatin, jin êş û berxwedaniya xwe vedigotin û cihê birînê canê xwe nîşanî min didan. Şerim dikirin û digriyan xwe davêtin hemêzê min. Piştre ez rûniştim û min plansaza deqê danî. Gelek bi heycan û kêfxweş dibûn. Piştî ku min deq çêdikir têkiliya wan a bi bedenê wan re dihat guhertin ev yek jî min kêfxweş dikir. Ez hindek ji wan di medyayê civakî de jî dişopînim. Jinên ku berê ji şopê birînê canê xwe şerim dikirin, niha kêfxweş diyar dikin û hatine guhertin."
'Şîdetê li hember zarokên keç bê ceza ma'
Flavîa wiha qala bîranînek xwe ê ku jê bandor bûye kir: "Hemû çîrok min bandor dike lê çîroka herî zêde min bandor kiriye zaroka keç a 17 salî ku bi îxtiyarê mêre bû. Zaroka keç bi mehan rastî şîdeta fîzîk ji aliyê wî ve tê piştre jî ew zarok dixwaze ji wî veqetê. Bi hevalek xwe re hevdîtinê pêk tîne ku dexwaza veqetînê bîne ziman, lê ji aliyê hevalê xwe ve rastî êrîşê kêrê tê û tê tecevûz kirin. Zaroka keç çend car tê ameliyet kirin. Gelek ciwane lê hîna şop zêde li ser canê wê hene."
Xizmetê bê pere a deqê ji jinan re tê vegotin
Flavîa diyar kir ku bi projeya xwe heman demê de xwastiye balê bikşîne ser şîdeta mêr û got bi piştgiriya Sekretara Polîtîk a Jinan yê Şaredariya Curîtîba û Mûdîra Polîsên Jin ew bi jinan û çapemeniyê re parve dikin.
(rc)