Di deriyê veşartiyê gora Fîrewun de li Nefertîtî digrin

10:32

JINHA

QAHÎRE - Herî zêde li gora fîrewunê Misirê Tutankhamun hat diyar kirin ku du derî di gora fîrewun de hatiye dîtin. Pişt wan derîyan wê li mumya keybanuya Nefertiti bigerin.

Li ser fîrewunê Misirê Tutankhamun gelek lekolîn hat kirin du derî hat dîtin. Texmîn dikin ku piştî wan derîyan dibe mumya Nefertiti hebe. Li ser keybanûya Misirê Nefeltiti gelek lêkolîn hatin kirin lê belê mumya wê ne hate dîtin. Ji bo mumya Nefertiti bibîne Pisporê Şarezayîya Misirê Arkeolog ê Îngilîz Nicholas Reeves diyar kir ku derîyê hatine dîtin yek ji wan gora Nefeltiti ye.

Nefertiti berya mîladê di sed sala 14'emîn de jiyaye û bi xweşikbûna xwe, rola xwe ya dînî û siyasî tê zanîn. Nefertiti hevjîna firewunê Misirê Akhenatone û rojê borî hat diyar kirin ku du derî di gora fîrewun de hatiye dîtin û ji wan deriyan yek derdikeve gora Nefertiti. Gora firewun Akhenaton Tutankhamun di sala 1922'an de hat dîtin; lê belê firewun diçe serdilovaniya xwe. Kesê bawernedikir di gora firewunê ciwanê 19 salî jiyana xwe jidest da beşêndinê hene.

Meha borî di Tebax ê de Nicholas Reeves îdea kiribû ku di gora firewun de çavî hene û pişt lêkolîna hat diyar kirin ku du derî hatine dîtin. Nîcholas îdea kir ku ji wan deriya yek derdikeve kîlerê yek jî derdikewe gora Nefertiti. Hat diyar kirin ku wê lêkolîn heta meha mijdarê berdewam bike.

(ha/zt)