Ji xwendevanê Başûrê Afrika yê protestokirina zêdebûna xercê

11:17

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendevanê li ber Zanîngeha Witwatersrand hatin cem hev, zêdebûna xerc ê protesto kirin.

Xwendevanê li ber Zanîngeha Witwatersrand a li bajarê Johannesburgê ya Komara Başûrê Afrika yê civiyan, sala perverdehiya 2015-2016'an bi sedema zêdebûna xerca ji sedî 10,5 zêdebûyî bi çalakiyekê protesto kirin. Nûnerên xwendekaran li ber zanîngehê ser navê xwendekaran biryara zêdebûna xercê betal bikin talep kirin û rêya derketina zanîngehê girtin. Bi dirûşma "Hun me bikujin jî hun nikarin me ji vê dere bişînin" bilind kirin. ji aliyê Meclîsa Nûnerên Xwendekaran ve biryara zêdebûna xercê hat nirxandin û wiha hat gotin; "Ev biryar ji bo xwendekarên xizan bi qestî ye."

Meclîsa Nûnerên Xwendekaran wiha dewam kir; "Zanîngeha Witwatersrand ne kargehe, li gorî hindikahiyê nayê bi rê ve birin. Em ji helwesta aboriya rêvebiriyê bihêrs bûne. 32 hezar û 500 xwendekar û 5 hezar mamosta daxwaza wane dîtinê dikin, komek biçuk jî rehîn hatine girtin, ev nêzîkatî nayê pejirandin. Divê ji bo bi giştî berdewam kirina waneyan tevger hebe."

(zt)