Li Kanadayê wê ciwata wezîran a jinan pêk were
14:20
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kanada yê di hilbijartina 19'dê Cotmehê de 88 parlementerê jin hatin hilbijartin. Hat diyar kirin ku wê ciwata wezîran a jinan pêk were.
Li Kanada yê Partiya Azadixwaz di hilbijartina federal a 19'dê Cotmehê de ji sedî 54 dengan sitend û bû partiya yekem. Di hilbijartina 19'dê Cotmehê de 88 parlementerê jin hatin hilbijartin û bi vê hejmarê re meclîs ji sedî 26 jin pêk tê. Pertiya çepgir a Partiya Demokrat ya Nû ji 44 parlementerê wê jî sedî 40.9 jinin. Partiya Azadixwaz a di hilbijartinê de bûye yekem jî ji 50'î parlementerê wê jin in.
Li gor nûçeyên AFP'ê Serokwezîr ê Kanada yê Justin Trudeau bang kiriye ku wê ciwata wezîriyê ji jinan pêk were. Justin di 4'ê Mijdarê de piştî sondxwarinê wê navê wezîrên ku cihê xwe di civatê de bigre eşkere bike. Justin di daxuyaniya çapamenîde axifî û wiha got: " Ji ber ku soza ku min dabû ez bi cih tînim gelek kêfxweşim."
(ha/rc)