Leşkerên Îsraîl ê zarokek 8 mehî qetil kir
11:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojavayê Filistînê zarokek a 8 mehî ji sedema bombeya ku ji aliyê leşkerên Îsraîl ê ve hatiye avêtin, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniya Wezîriya Tenduristî a Fîlîstîn ê, "Li Rojavayê Filîstînê di encama bombeyê leşkerên Îsraîlê de zarokek 8 mehî ya ku li bajaroka Beyt Ficar a girêdayê bajara Beytûllahîm e hatiye avêtin de, jiyana xwe ji dest daye. Zarokê 8 mehî a bêcanî bi ambûlansa Kizilaya Fîlîstînê rakirin Nexweşxane ya Dewlet a Beytûllahîm El-Hûseyîn."
Şahîdê bûyerê diyar kirin ku leşkerên Îsraîl ê li bajaroka Beyt Fîcar ê bi gule û bombeyê rondikbaran mudaxaleyê çalakvanan dike.
(ha/rc)