Ji Serokê Romanya Victor Ponta yê libata mînak

13:38

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî agirê di kilûba şevê de derketibû û di encama şewatê de 30 kesan jiyana xwe ji dest daye Serokê Romanya Victor Ponta îstîfa kir.

Paytexta Romanya Bukreş ê li kilûba şevê 'Colectiv' ê ku agir derketibû, di encama şewatê de 30 kesên jiyana xwe ji dest daye û 150 kes birîndan bûn. Ji ber bûyerê Serokê Romanya Victor Ponta îstîfa kir. Piştî di encama derketina agir de nêzî 20 hezar welatiyên çalaki li dar xistin û bang li Wezîra Karê Hendur Gabriel Oprea kirin ku îstîfa bike.

Piştî encama agir Serokê Romanya yê ku îstîfa kir ji bo gelek welatî bû mînak. Di demboriya Tirkiyê herî nêz 35 salan de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Mînakên komkujiyê Roboskî, Enqere, Pîrsûs û komkujiya Amedê ye. Gelek kesan di wan komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan lê belê ne berpirsiyarê komkujiyê hatin cezakirin ne jî ji hikumetê gavek îstîfa kirinê hate avêtin.

(ha/zt)