Dê jinên Madridê li hember şideta mêran bimeşin
12:21
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê sibê jinên Madridê bi beşdariya 450 rêxistinên jinan bimeşin. Piştî meşê dê jin ser mijara li hemberî şideta mêran zagon bên lidarxistin bang li berpirsên dewletê bikin.
Dê li payîtexta Îspanya Madridê jin ji bo prostestokirina şideta mêran bimeşin. Li gorî rojnama La Marea yê jinan ji bo meş bê bihîstin li Madridê daxwiyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de du sedemên meşa xwe diyar kirin û goti: "Sedema yekem a meşa me dengê feministan gihandina heve. Armanca me ya duyemîn jî ji bo guherîna zagonane."
Dê jinên jidet dîtine pankartan bigirin
Jinan dan zanîn ku dê 45 rêxistinên jinan beşdarî meşê bibin û wiha domandin: "Dê jinên şideta mêran dîtine û ji şidetê hatine rizgarkirin bigirin. Dê herî pêş jinên şidet dîtine cîh bigirin, li peyî wan jî bloka feministan û li peyî wan jî partiyên siyasî bimeşin. Ji partiyên muhafazakar jî ji derveyî Partido Popular dê hemû partiyên dinê beşdarî meşê bibin."
'Di aliyê guherîna zagonên hemberî şidetê dewlet berpirse'
Jinan balkişandin ser şideta mêran a binpêkirinên mafê mirovan û wiha berdewam kirin: "Ji sala 1978'an heya niha li Îspaniyayê bi giştî 378 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Tenê di vê havînê de 37 jin û 8 zarok ji aliyê bav an jî hevserê diya xwe ve hatine qetilkirin. Divê dewlet berpirsiyariya tekoşîna li hemberî şideta mêran bigire ser xwe. Divê hîn zêdetir zagon berfireh bin, divê bi her awayî tedbîrên li hemberî şideta ser jinan bên girtin. Banga me ji bo hemû mirovan, saziyan û hikumetê heye; nebin hevkarê van sucên hovane."
Ji şaredariyên demokratîk alîkariya meşê
Dê jin li ber Wezareta Tenduristî, Xizmetên Civakî û Wekheviyê kom bibin. Piştî pêşandana çalakiya Women In Black (Jinên Siyasî Lixwekirine) a li hemberî şidetê meş despêbike. Li gotî agahiyên Komîteya Amadekariya Meşê di dema meşê de li gelek qadan rêxistinên jinan çalakiyên cihê reng amadekirine dê bên pêşandan. Di serî de li Berselona û Sevilla ya Madridê beriya meşê gelek şaredariyên Îspanyayê beriya meşê pankart daleqandine.
(cm/zt)