Li Madrîdê bi hezaran jin lihemberî şidetê meşiyan
13:31
JINHA
MADRÎD - 400 rêxistinê femînîstan bi sedema şîddeta li ser jinan li Madrîdê meş li dar xistin û bi hezaran kes tevlî meşê bûn.
Li Paytaxta Îspanya Madrîdê li ser banga 400 rêxistinên femînîstan bi hezaran kes li hemberî şîddeta ser jinan meşiyan. Di meşê de diruşmên 'Em hemû ne livirin, kesên mirin ne di navmedene' hate bilindkirin. Gelek partiyên siyasî û nûnerên sendikayan jî tevlî meşa berya hilbijartina 20'ê Berfembarê hat li darxistin bûn. Serokê Podemosê Pedro Sanchez û Pablo Iglesias jî tevlî meşê bûn.
'Ji bo bergehên nêr biguhre divê mêr perwerde bibînin'
Jina bi navê Marisa Teijero (61) diyar kir ku ji ber krîza aboriyê gelek jin ji ber karê xwe nikarin berdin tevlî meşê nebûne. Nacho Molino (49) jî anî ziman ku meşa hatiye li dar xistin gelek girînge û wiha got: "Ji bo bergehên nêr biguhre divê mêr perwerde bibînin."
Li Îspanya yê 41 jin hatine qetil kirin
Li gorî istatîstîkê hikumeta Îspanya yê sala 2015'e 41 jin ji aliyê hevjînê xwe anjî ji aliyê hevalê xwe yên mêr ve hatine qetil kirin. Di nav jinên hatine qetil kirin de tenê 7 jin bi sedema şîddetê serî li dozgeriyê dane. Îspanya bi tekoşîna li hemberî şîddeta ser jinan ji aliyê Konseya Awrûpa yê ve mînak tê nişandan. Di sala 2014'an de rêzikên 'jinên dibin mexdurê şîddetê divê xwe çawa biparêzin' û bê pere mafê hiquqaku li Îspanya yê hatin qebûl kirin, ji aliyê Konseya Awrûpa yê ve mînak tê nişandan.
12 di salan de 779 jin hatin qetil kirin
Li Îspanya yê di navbera salên 2003 û 2015'an de bi tevahî 799 jin ji aliyê hevjîn an ji hevalên xwe yê mêr ve hatine qetil kirin. Rêxistinên Femînîst ê Jinên Îspanyol bang li hemû jinan dikin ku 'li hemberî şîdeta zayendî a li ser jinan û tacîza li ciyê kar li jinan tê kirin' xwe bi rêxistin bikin.
(ha/zt)