Drama jinên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê di parlamentoya Swêd de ye

14:41

JINHA

STOCKHOLM - Marîa Weîmer diyar kir ku jinên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê wek penaber in di nav şert û mercên pir xerab de dijîn, wek cins ji aliyê zilamên Tirk ve tên îstîsmarkirin û mijar anî Parlamentoya Swêd.

Parlamentera Partiya Gel a Lîberal Marîa Weîmer, diyar kir ku jinên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê wek penaber in di nav şert û mercên pir xerab de dijîn, wek cins ji aliyê zilamên Tirk ve tên îstîsmarkirin û mijar anî Parlamentoya Swêd. Marîa di pêşnûmeya xwe de got ku li Tirkiyeyê nêzî 2 mîlyon penaberên Sûriyeyî hene û piraniya wan ne di kampan de li bajarên mezin dijîn. Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku jinên Sûriyeyî wek hevjîna duyemîn û sêyemîn difiroşin zilamê Tirk û ev nûçe di medyaya cîhan û ya Swêd de hatine weşandin.

Marîa anî ziman ku zewaca olî li ser jinên Sûriyeyî ferz dikin, dema ji aliyê zilamên Tirk ve tên terkkirin nikarin ti heqî bixwazin. Marîa diyar kir ku pêwîst e hikûmeta Swêd di polîtîkaya derve de jinan biparêze û bikeve dewrê, ji bo destûr ji saziyên alîkariyê re bê dayîn bikevin nav hewldanan.

(rc)