Ji zarokên penaber ên xwe li Ewropayê girtine 10 hezar winda ne

12:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 270 hezar zarokên penaber ên par hatin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 10 hezar jê winda ne.

Ji 270 hezar zarokên penaber ên par hatin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 10 hezar jê winda ne. Polîsê Ewropayê di wê baweriyê de ye, ku beşeke girîng a ji van zarokan dibe ku ketibin nava lepê rêxistinên sûc.
Ji rêveberên Europolê Brîan Donald ji rojnameya heftena The Observer re axivî û da zanîn, ku hatiye tespîtkirin ji zarokên penaber ên par hatine welatên Ewropayê bi qasî 10 hezar winda ne. Piraniya van zarokên ne bi malbatên xwe re ne û piştî qeydkirinê êdî nehatine dîtin, dibe ku ketibin nava lepê şebekên sûc. Rêveberê Europol Donald diyar kir, ji sedî 27 ê 1 mîlyon penaberên par derbasî nava Yekîtiya Ewropayê bûn, zarok in û zarokên ji malbatên xwe cihê tên, bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne.

Li gorî agahiyên ji aliyê Brîan Donald ve hatin dayîn, rêxistineke sûc a sofîstîke ya li Ewropayê bi rêxistin bûye, ji bo armancên cuda dor li penaberan pêçandiye. Tevî vê yekê li Elmanya û Macarîstanê gelek polîsên endamên rêxistinên çete, di operasyonan de hatibûn girtin. Her wiha li welatên Balkanan ku penaberên di ser Tirkiyeyê re berê xwe didin welatên Yekîtiya Ewropayê jê derbas dibin, gelek rêxistinên sûc dixwazin penaberan weke kole bi kar bînin.

(rc)