Li İsrailê ji bo zaroka Filistînî a 12 salî cezayê girtîgehê!
14:59
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Filistînî ya bi navê Dîma el Vavî ya 12 salî bi hinceta ku kêr li ser xwe gerandiya bi cezayê 4,5 ê girtîgehê hat cezakirin.
Dadgeha Leşkerî ya Israîlê keça Filistînî bi sûcdariya ku kêr li ser xwe gerandiye sûcadar kir û da girtin. Keça Filistînî ya 12 salî ku wekî mahkûma herî ciwan hat pênasekirin Dîma el Vavî di doza ku 18'ê mehê de hat dîtin 4 meh û nîv cezayê girtîgehê lê hat birîn û hat aşkerakirin ku hevdîtina keça biçûk ya bi malbata wê re jî hat astengkirin.
Di vê serdemê de kuştina bi hinceta ku kêr li ser xwe gerandine ya filistîniyan dibe serdema nerazîbûnan. Her wiha hikûmeta Israîlê jî ber ku di girtîgehên xwe de bêhejmar zarokên filistînê girtine ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ve tê rexnekirin.
(mk)