Li Brukselê 8'ê Adarê atfî jinên berxwedêr hat kirin
17:23
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brukselê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de çalakî hat lidarxistin, jinên şoreşger ên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li paytexta Belçîka Brukselê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de li pêşiya avahiya Place de la Monnaîeyê çalakî hat lidarxistin, jinên şoreşger ên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Çalakiya ku Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî di nav de Platforma Jinan a 8’ê Adarê û Enstîtuya Jinên Kurd organîze kirin, wêneyên jinên şoreşger û sosyalîst ên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin.
Pêşengeha li kolanê ya ku wêneyên şîdeta li hember jinê û cudakariyê didin nişandan û pankart û dowîz lê hebûn, rastî eleqeyeke mezin hat. Jinên ku bi tîşortê sor bal kişandin, wiha anîn ziman: “Rola Isabelle ya ji bo welatê xwe ji dagirkirina Elmanan biparêze çi ye, îro rolê jina Kurd, têkoşîna li dijî faşîzma AKP’ê û çeteyên DAÎŞ’ê heman e...”
(zt)