Piştî qetilkirina aktîvîsta xwezayê Berta Cacers dawî li pevçûnê nayê

09:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li welatê Amerîka Navîn Hondurasê parazvana mafê gelên herêmê, aktîvîst û wergera bi xelat Berta Caceres piştî ku ji aliyê kesên ne diyar ve hat qetilkirin, pevçûn di navbera xwedekarên zanîngehê û polîsan de bi dawî nabe.

Li welatê Amerîka Navîn Hondurasê parazvana mafê gelên herêmê, aktîvîst û wergera bi xelat Berta Caceres, di 3'ê Adara 2016'an de ji aliyê kesên nasnameyê wan ne diyar ve di malê de rastî êrîşa çekdarî hat û hate qetilkirin. Xwendekarê Zanîngeha Hondurasê diyar kirin ku ligel ku Bera Caceres ser hev rastî tehdîdan hatî ji aliyê rayadaran ve ne hatî parastin û ji ber vê hatî qetilkirin. Ji roja ku Berta hatî qetilkirin li welat çalakî didomin û di navbera xwendekar û polîsan de pêvçûn pêk tên. Li hember êrîşa polîsan xwendekar bi keviran parastina xwe dikin.

Berta pêşengiya berxwedana serkeftî kiriye

Ji ber ku Berta kampanya li hember çêkirina bendava ser Çema Gualcarque ya ku pîroz tê dîtin dabû despêkirin gefê mirinê digrit. Berta pêşengiya berxwedana serkeftî kiribû. Di sala 2015'an de ji ber serkeftinên xwe a li hemberî xwezayê Xelata Hewirdor ya Goldman girt.

Serokê welêt soza dîtina kujer da

Ji ber rexneyên giran Serokê welêt Juan Orlando Hernandez bi daxuyaniyek soz dabû ew ê kujer bibinin. Xwendekarên Zanîngeha Honduras jî ji bo kujer bên dîtin û bê darizanin, daxwaza edeletê kirin. Xwendekaran di çalakiya xwede panqerta "Sucdar bila bê ceza neyên hêştin."

(rc)