Qaşo li Kenya yê mafê mûlkiyetê heye!
09:10
JINHA
NAVENDA NÛÇEYA - Li Kenya yê qaşo mafê ax û mûlkiyetê heye lê dema ku hevjînê jinan jiyana xwe ji dest didin, tevahî mal tên dagirkirin. CEDAW, ji bo cudakariyên ku di nava zagonan de pêk tê rabe bang li hikûmetê kir.
Mîna gelek welatên cîhanê li welatê Kenyayê jî dema ku hevjînê jinan jiyana xwe ji dest didin, tevahî mal tên dagirkirin. Jinên ku bi cotkariyê debara xwe a jiyanê dikin, dema ku hevjînê wan jiyana xwe ji dest didin, dest datînin ser axên wan ên pîroz û berê wan didin çola bê av û zuha. Dewletê Kenya yê derbarê cudakarî û ne wekheviyê ku di ax û mûlkiyetê de dertê, di sala 2010'an de gavên girîng di zagonan de avêtibû. Lê mixabin ji ber jin ji mafên xwe haydar nînin, mûlkê wan ji dest wan diçe.
'Piştî hevjînê min mir dest danîn her tiştê min'
Li gorî nûçeyê siteyê Hrw.org ê, jina bi navê Emily a ku li gundek girêdayî rojavayê Kenyayê dijiya, 30'î sal tevî hevjînê xwe bi kedên mezin cotkariyê kirine û axên xwe dewlemend kirine. Emily dayîka 4 zarokane, piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, tiyê wê dest datîne ser axên wê. Emily diyar kir ku piştî axê wê ji destê wê hatî birin rojên gelek zehmet jiyaye û wiha got, "Her tişt di merasîma cenazeyê de despêkir. Mal, cil, firaq, axên ku me têde çandiniyê dikir û tevahî malê me ji dest me birin. Piştî mirina hevjînê min bi 3 heyvan ev yek pêk hat."
CEDAW ên ku ser mafê jin xebatê didin meşandin, hefteyê borî ji bo jinên ku li welat rastî binpêkirina maf tên raporek amede kir. Endamên CEDAW'ê diyar kir ku jinên li gunda dijîn bi taybet rastî neheqiyên mezin tên û bang li hikûmetê kir ku cudakariyên di nava zagonan de pêk tê rake.
(rc)