Rahîbeyên Tîbetê hember cudakariyê têdikoşin

09:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tîbetê ku zîhniyeta desthilatdar serwere rahîb û rehîbe ne xwedî heman statûyê ne. Rehîbeyên ku têkokşîna wekheviya zayendî didin, diyar kirin ku ew demek dirêj rastî êrîşan tên û gotin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Rahîbeyê Tîbetê Xinde Shijiamouni ku bi baweriya Budîstî ve girêdayî ye û tevahî rêgezên olî tîne cih diyar kir ku wekheviya di navbera rahîb û rahîbe de nîne. Li Tîbetê ku zîhniyeta desthilatdariyê serwere, li her qadê mêr dertînin pêş. Li gorî nûçeya Globalpostayê, akademiya herî mezin a cîhane Enstîstuya Larung Gar Buddhist de 100 zêdetir rahîbe perwerdeya olî û femînîzmê dibînin. Rahîbeyên ku hember pergala desthilatdariyê serî hildidin, derbarê figurên jin ya Budîstî de pirtûk weşandin û her salê carek kovarek dertînin. Têkoşîna rahîbeyan a wekheviyê ji aliyê pergalê ve tê berovajo kirin.

'Manastira akademiyê ji jinan re qedexeye!'

Rahîbeyê Tîbetê Xinde Shijiamouni got, "Eger hun li zagonên Budîstî binêrin, dê bê dîtin ku wekheviya zayendî heye û navê 'Dilê Buda' jî weteya navê kode. Lê gelek li derve ji felsefe û baweriya Buda fêmnake, ên hundir jî vê rastiyê pişt çav dike." Xinde da zanîn ku li Enstîtude ji 10 hezar zêdetir rahîb û rahîbe perwerde dibînin û wiha pêde çû, "Evana li herêma Sichuan ya Tîbetê di nava kulubeyên bi dar de dijîn. Beşek yê dibistana Nyingma ji bo jinan dibistana seretayî tê dayîn. Lê li akademiyê jin û mêr piranî ji hev cuda tên girtin. Manastira akademiyê ji jinan re qedexeye. Destûr nayê dayîn mêr jî bikeve cihên ku rahibeyên jin lê heyî. Bi temamî bi cih kirina rahîbe û rahîb li ser hişmendiya zayendîperest pêk hatiye."

'Rutbeya astên jor ji jinên rahîbe re nayên dayîn'

Rahîbeyên ku ji rewşê acizin diyar kirin ku perwerdeyên olî ji jin û mêran re cuda tê dayîn û gotin ku rutbeyê koordinasyonê ji rahîbeyên jin re nayê dayîn. Rayîbeyek di asta jor de sala borî di merasîma mezûniyeta rahîbeyên Larung Garê de gotibû "Divê em wek rahîbên mêr tevbigerin." Rahîbeyek aktîvîst ji ber tirsa xwe nav nede û wiha got, "Em neçar dimînin vê yekê bikin. Ji ber ku demek dirêj em rastî êrîşan tên. Divê em hînbikin jin têkoşînê hember pergalê desthilatdariyê pêk bîne."

(rc)