Berdevka Wezareta Rûsya: Divê Sur û Cizîr bê lêpirsîn kirin

12:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova got ku divê binpêkirina mafên mirovan a li Cizîr û Sûrê qewimîn mekanîzmayên navneteweyî bikevin dewrê û li herêmê bêyî pêşbînî û bi awayek objektîf lêpirsînek were destpêkirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova ji bo binpêkirina mafên li Kurdistanê pêk tên banga lêpirsînê kir. Mariya da zanîn ku bareke giran dikeve ser milên Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê û Rêxistina Çavdêrî ya Mafên Mirovan.

Mariya ya ku li ser malpera fermî ya wezaretê daxuyaniyek weşand ev tişt gotin: "Me materyalên Russia Today (RT) a derbarê operasyonên artêşa tirk dimeşîne de amade kir nêrî. Li gorî agahiyan di avahiyek de 150 kes bi zindî hatin şewitandin û li Şirnexê 500 sivîl hatine kuştin. Em di wê baweriyê de ne ku divê agahiyên derbarê binpêkirina mafan de derdikevin werin lêpirsîn."

(rc)