Li Balafirgeha Brukselê teqîn: Gelek birîndar hene
10:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê teqîna li paytexta Brûkselê ya Belçîkayê de, li gor agahiyên bi destketî herî kêm 11 kes jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn. Seferên balafiran hatin betalkirin.
Li paytexta Brûkselê ya Belçîkayê li Balafirgeha Zaventemê saet di berwara 08.00'an de 2 teqîn pêk hatin. Di encama teqînên li avahiyên apron û termînalê yên balafirgehê de hemû camên termînalê şikiyan û xisareke maddî ya zêde xwe da der. Hat îdiakirin ku di teqînê de 11 kesî jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne. Piştî teqînê bi awayekî zêde ewleyî pêk hat û balafirgeh hat tehliyekirin. Hat zanîn ku hemû sefer hatine betalkirin, li gel vê hemû seferên trênê yên herêmê jî hatin betalkirin. Waliyê Brûkselê ji bo çapemeniyê daxuyanî da û diyar kir ku îxtimal e ku ev êrîş, êrîşên terorî bin.
Hat diyarkirin ku heta emrê duyem bi her awayî sefer hatine îptalkirin.
(zt)