Li Kolombiyayê di şer de 45 hezar zarok hatin qetilkirin
09:15
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rapora ku ji aliyê UNICEF'ê ve hatî amede kirin de, hat diyar kirin ku ligel ku pêdiviyên zarokan nayê pêşwazîkirin li Kolombiyayê hêviyê aştî pêk were jî kême û agahiya ku 230 hezar bêhtir zarok di bin rîskê şîdetê de dijîn û hat raghandin ku, ji ber şer îstîsmara zayandî zêde bûne.
Li gorî nûçeyê News.trust.orgê Fonê Piştgiriya Zarokan yê Netewên Yekbûyî (UNICEF) derbarê zarokên Kolombiya ên ku di nava şert û mercên şer de dijîn de raporek amede kiriye. Di raporê de hat gotin ku ligel hevdîtinên aştî ên di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê ya ku ji sala 2012'an ve berdewam dike jî, ji bo zarokan divê xebatek dem dirêj bê meşandin û hat gotin heya hewrek baş ji zarokan re neyê peyda kirin, hêviyê wan ê aştî zêde wê pêşnekeve.
Di raporê de hat diyar kirin ku zarokên Kolombiyayê di bin dengê çekan, paqijkirina teqemenî û rastî îstîsmara zayendî tên. Di raporê de her wiha hat gotin ku pêdiviyên zarokan hem di warê madî hem jî di warê manevî de nayê pêşwazî kirin.
6 hezar zarok neçar man malên xwe terk bikin
Di raporê de hat gotin ku piştî FARC'ê di sala 2015'an de agirbest îlankiriye û dest bi hevdîtina aştiyê kirine, hêjmarê zarokên ku di encama teqîna teqemeniyan de kêm bûye. Lê ligel hevdîtinên aştiyê ji sala 2013'an û 2015 şûnve 6 hezar zarok neçar mane ji malên xwe terk bikin. Li Kolombiyayê ji sê yek dibin qurbanê şer. Li gorî hêjmarê ku hikûmet dide jî ji sala 1985 û pêve 45 hezar zarok ji ber şer hatî qetilkirin û 8 hezar jî wendaye.
Zarok rastî îstîsmara zayendî tên
Agahiyên raporê ên ku hikûmet û saziyên mafê mirovan esas digrin jî wihane, 2 hezar zarok li ba FARC'ê tên ragirtin, zarokan ji bo şer tên perwerde kirin û tê diyar kirin ku zarok bombeyên dest jî di navde bikar tînin. Cardin di raporê de tê gotin ku zarokên keç tên tecevûz kirin û bi zorê tên kurtaj kirin.
Li gorî UNICEF'ê ji dema ku hevdîtinên aştiyane despêkirî û pêve, 180 ku piranî zarokên keçin ji aliyê fraksiyonên şer ve rastî şîdeta zayandî hatine.
(rc)