Keçka Sûriyê a ku keştiya noqî avêbibû gihandî beravê tevlî olîmpiyatê dibe

09:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Penabera Sûriyê Yusna Mardînî ya 17'e salî, berî 9 heyvan ji bo derbasî Ewropayê bibin li keştiyê siwar bibû. Keştiya ku Yusna lê siwar bibûn noqî avê dibû, ji bo xelaskirina jiyanê mirovan heya beravê Yusna avjenî kirî û keştiyê ji nav avê derxistiye.

Li gorî nûçeyê Buzzfeed.comê penabera Sûriyê Yusna Mardînî ya 17'e salî, berî 9 heyvan ji bo derbasî Ewropayê bibin li keştiya ku siwar bibû noqî avê bibû. Yusna ji bo xelaskirina jiyanê mirovan heya beravê avjenî kir û keştiyê ji nav avê derxistiye.

Yusna bi salan li Sûriyê perwerdehiya avjeniyê dîtiye û di sala 2012'an de wek nûnera Sûriyê beşdarî Şampiyona Avjeniya Cîhanî yê Tirkiyê bibû. Yusna ji bo biçin Ewropa li keştiyê siwar dibin. Piştî kaptanê keştiyê dimre, keştî hêdî hêdî noqî avê dibe. Li pêşiyê Yusna du rê dimîne an dê canê xwe xilas bike an jî dê xwe bavêje tehlûkê û her kesê di keştiyê de rizgar bike. Yusna di hevdîtina xwe yê bi Rêxistina peneberan yê Netewên Yekbûyî de bûyerê wiha vedibêje, "Biryar gelek hêsanbû. Di keştiyê de nêzî 20 kes hebûn û tev jî avjeniyê nezanîbûn. Di keştiya ku em têde mirov xeniqîbana ji bo me şermek mezin dibû."

Yusna tevî xwişka xwe Sarah xwe davêjin ava cemidî û bi hêviyê xebitîna motora keştiyê pêşde dehif didin. Lê motor qet ne xebitî. Herdû xwişk 3'ê saetan keştiyê dehif dan. Di encama hewildana mezin keştiyê dighînin Greva Mîdîllî ya Yûnanîstanê. Dûvre Sarah û Yusna bi hêviyê avakirina jiyanek nû ji wir biryar didin biçin Almanyayê. Di demek kûrt de jî dighêjin Berlînê. Li wir camiyetê xêrxwazan herdû xwişkan rêkirin kuluba sporê. Yusna û Sarah gotin, "Armanca me di 2020'an de bûyîna Olîmpiyayê Tokyo ye." Yusna wiha ji bo tevlî Olîmpiyatê bibe dest bi pêşbirkê kir.

Dûvre Komîteyê Olîmpiyat a Navnetewî cara yekem ji bo penaberan destûr da ku komek pêk were û tevlî pêşbirkên Rio de Janeiro bibin. Yusna yek ji 43 lîstikvanên Olîmpiyata Havînê a Brezilyayê ye. Yusna got, "Ez dixwazim her kes şopdarê xeyalê xwe be û li pay dengê dilê xwe bikeve. Di nava bêderfetiyê de, mercên rast bidestxistin ked dixwaze. Em nizanin dê çi bibe, lê divê mirov cerbandinan dewam bike."

Yusra ligel ku niha li Almanyayê dijî, diyar kir ku piştî şerê li Sûriyê bi dawî bibe cardin dixwaze vegere û wiha got, "Min gelek bîra Sûriyê kiriye. Gava ku şer li wir biqede, ez ê tevî tecrûbeyê xwe vegerim wir û tiştê ku li vir hînbûme hînê herkesî bikim."

(rc)