Li Meksîkayê çîrokê jinên hatî qetilkirin hat vejandin
09:39
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên şanoger ên li Meksîkayê hember şîdet û qetilîaman hatine ba hev, bi performansa kolanan balê kişandin ser komkujiya jinan.
Jinên Meksîkayê li hember qetilkirin û şîdeta mêr riyê çareseriyê digerin. Li gorî nûçeyê Broadly.vice.comê, di 10 salê dawî de ji hezar û 500 jin zêdetir li herêmên cuda ên Meksîkayê hatine qetilkirin. Jin bi armanca hemû cureyên şîdetê protesto bikin li Chilmalhuacana Meksîkayê hatin ba hev. Kolektîfên cuda ên femînîst li vir şanoyek pêşkêş kirin. Di şanoyê de jin li kêlek qanalên gemarê sekinîn û bi gotina "Alîkarî bidin min" qîr kirin. Di pêşendanê de jinên şanoger dovîzên "Min întîxar nekir we ez kuştim" hildan û bal kişandin ser şîdet û qatilama jinan.
'Li Meksîkayê dewletek qatîl heye'
Avakara Rêxistina Redefem Edomex Manuel Amador got, "Girînge ku mirov çîrokan bi şêwayên cuda bide nasîn, li Meksîkayê dewletek qatîl heye. Em çîroka jinên hatî qetilkirin nabihîsin, ji ber vê em hewildidin jiyana wan bidin pêşandan."
Li hember şîdetê tevî ekîba şanoyê bûm
Jina bi navê Karen a ku tevlî pêşendana şanoyê bûye wiha got, "Cînayetên jinan yê li Meksîkayê di astek bi tirsnake. Her roj dema ku ji dibistanê vedigerîm malê ji aliyê mêran ve di otobûsan de rastî tacîzê dihatim. Şevek dema ku dihatim malê li kolanên tarî rastî êrîşê mêrek hatim. Piştî wê min biryara têkoşîna li hember şidetê da. Ji wê rojê û pêve her min cihê xwe di nava ekîba şanoyê de girt. Wek jin her roj em rastî şîdetê tên."
Jinan diyar kirin ku li hember şîdetê ew ê şanoyê xwe her dem pêşkêş bikin.
(rc)