Li Sudanê parêzvanên mafê jinan rastî şîdeta dewletê tên

09:30

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li parzemîna Afrîkayê ji sê welatên herî bi qelebalix Sudan parêzvanên mafê jin di bin çavan de rastî tacîz, tecevûz û gefan tên. Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch) yê ku di 23'ê Adarê de hatî eşkere kirin de, hat diyar kirin ku li Sudan hêzên dewletê hember parêzvanên mafê jinan tundî û polîtîkayê çewsandinê pêk tîne.

Li gorî nûçeya Hrw.orgê Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch) di derbarê tundiya dewletê yê li hember aktivîstên jin ên li Sudanê raporek amede kiriye. Li gorî rapora ku ji 61 rûpelî pêk tê hat diyar kirin ku li Sudanê tecevûz, şîdet û binçavkirinên keyfî wek çekek li hember jinan tê bi kar anîn. Di encama hevdîtinên bi 85 aktivîstên jin ên li navenda bajarê Sudanê rapor hatî amede kirin. Piranî van jinan ji ber karê xwe ji aliyê dewletê ve rastî şîdeta zayendî hatine.

Naveroka raporê wiha ye:

Jina bi navê Nagwa li Sudanê dema ku diçe hevdîtinê bi rayedarê NY'î re ji aliyê polîsan ve rastî şîdeta zayendî tê. Polîs çavê Nagwa girêdidin û heşt saet di hucrê de girêdidin. Nagwa aktivîstek parêzvana jine, ji ber ku xebat di derbarê welatiyên ku ji ber pêvçûnên li Çiyayê Nubayê neçarî koçberiyê bûne daye meşandin, hatî binçav kirin û rastî tecevûzê hatiye. Dûvre ji bo Nagwa cezayê girtîgehê tê dayîn.

Ji aktivîstên jin Fatîma ya ku li bajarê Khartoumê dijî di sala 2012'an de tê binçavkirin. Di dema lêpirsînê de polîsan pirsên ku ehlaqê wê binpê dike jê dipirsin. Fatîma wiha dibêje, "Ji bo wan ev mijarek nîjadî ye. Eger hûn jinek Sudan bin û derên kolanan tiştek protesto bikin, tê wateya ku hûn jinek 'xirab' in."

Aktivîstek din Fahîme Hashîm jî çîroka wê dişibihe yên din. 17'e sal li navenda bajarê Khartoumê navendek yê jinan bi rêve biriye. Lê di sala 2014'an de hêzên dewletê vê navendê bi hinceta ku 'gotûbêjên siyasî û şîdeta zayendî tê kirin' girt û gef li wan xwar.

Xwendekarên zanîngehê jî rastî şîdetê tên. Yek ji xwendekarê zanîngehê bûyerê ku jiyan kiriye wiha vedibêje, "Her dem li yurda xwendekaran an jî li kampûsan çalakî pêk dihatin. Ji ber vê polîs tên û ber yurdê bi saetan disekinin. Her jinek dema ku dertê ji aliyê hêzên dewletê û polîsan ve rastî tacîzê tên."

(rc)