Jinên nûçegihan li Afganîstanê hember pergalê desthilatdariyê têdikoşin

10:32

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganîstanê ku zîhniyeta desthilatdariyê serwere, 12 nûçegihanên jin hember vê dest bi perwerdehiya rojnamegeriyê kirin. Yekem nûçegihana jin yê Afganîstanê diyar kir ku ew paketên nûçeyan ji bo di The Huffington Post de bê weşandin amede dike û got ew ê li hember cudakariya zayendî têbikoşin.

Li gorî nûçeyê Huffingtonpost.comê, li Afganîstanê Saziyên Civaka Sivîl perwerdeyê rojnamegeriyê dide jinan. 12'e jinên ku tevlî perwerdê bûne, piştî heftiyek ser perwerdehiya rojnamegertiyê re borî, dê ji bo weşana rojnamevanên jinên Afganê "Sahar Dipeyive" pakêtên nûçeyan ji bo raya navnetewî amede bikin. Jinên rojnameger gotin, "Mirov di rastiyê de nizanin ka em çewan dijîn û êşê dikşînin."

Dixwazin rengê xwe li cîhanê bidin nîşandan

Ji jinên rojnameger pirsa hûn ji çi îlhamê digrin hat pirsîn. Hinek ji wan navê dayîkên xwe ên xwendin û nivîsandinê nizanin dan, hinek ji wan navê femînîsta Fransî Sîmone de Beauvoirê û hinek ji wan jî navê helbestvana Îranî Sîmîn Behbahanî dibêjin. Jinên ku temenê wan di navbera 18 û 31'an de ne dixwazin rengê xwe li cîhanê bidin nîşandan.

Jin balkişandin ser zîhniyeta zayendîperest ên li welêt

Hikûmeta Talîban qadên dibistanê ji bo jinan tang dike. Yek ji jinên ku rastî şîdetê hikûmetê tê neçar dimîne ji bo parastina xwe cil û bergê mêran lixwebike. Li Afganîstanê ji ber zîhniyeta serdest serwere, destûr nayê dayîn ku jin û mêr ligel hev bipeyivin. Rojnamegera Avustralya Danielle Moylan yê ku tevlî bernemeya perwerdê bûye diyar kir ku mêrên Afganîstanê ligel jinên biyanî jî napeyivin û balkişand ser zîhniyeta zayendîperest ya li welêt.

(rc)