Gelê Brezîlya ji bo Serokomar Dîlma li qadanin

09:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezilyayê li hember gotinên 'dê darbe pêk were' gel ji bo Serokomarê xwe Dîlma Vana Rousseff daketin qadan.

Çalakiyên aştiyene li bajarê Rîo de Janeiro, Sano Paulo û Brasîlîa jî di navde 31 bajaran ji bo Dîlma alê Sor a Partiyê Karkeran hat hildan. Di meşa ku bi hezaran kes tevlîbûn de panqertên "Ji darbeyê re na" û "Demokrasî" hatin hildan. Siyasetmedar, aborînas û Serokomara Brezîlya ya yekem Dîlma Vana Roussef li welat du car li welat tê hilbijartin. Kesên dijber bi manîpûlekirinan dixwazin Dîlma ji erk bigrin û li welat darbe çêkin. Pêşniyariya ku Dîlma ji erk bê girtin ji komîsyonê re hatî pêşkêşkirin û di roja Sêşemê de komîsyon dê têkîldarê mijarê bersiv bide. Ji bo ku Dîlma ji erk bê girtin divê hêjmarê dengdayînê ji sê dû be.

Dilma Vana Rousseff kiye:

Siyasetmedar, aborînas û Serokomara Brezîlya ya yekem Dîlma Vana Roussef ya Bulgarî di sala 1993-1994'an de bû Wezîra Enerjî û Raghandinê yê dewletê. Di sala 2002'an de di hilbijartina Serokomariyê de piştî serkeftina hilbijartina Lula da Sîlvayê wek Wezîra Enerjiyê Hikûmeta Federal hat diyar kirin. Di Hazîrana 2005'an de tevlî Ofîsa Serokên Heyeta Wezaretê bû. Di Adara 2010'an de ji aliyê Ofîsa Serokên Heyeta Wezaretê ve wek namzet ji bo Serokomariyê hat diyar kirin.

Di Cotmeha 31'ê de bi dengek zêde wek Serokomara jin a yekem di 1'ê Çileya 2011'an de hat hilbijartin. Di tura hilbijartina 26'ê Cotmeha 2014'an de bi dengek mezin ji nûde hat hilbijartin.

(rc)