Dîwarên Sonbhadra yê jin çê dikin
09:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li navçeya Sonbhadra ya girêdayê Uttar Pradeşhê Hîndistanê ye karên wekî karê mêran tê pênase kirin bi hostatî dikin.
Li gorî nûçeya Thebetterindia.com'ê jinên Sonbhadra ya girêdayê navçeya Uttar Pradeşhê ye karên dîwarvan, karê pol û hesinan, tesîsat, boyax û rijandina betonê ku wekî karên mêran tên pênase kirin de dixebitin. Tê texmînkirin ku ev ekîp di Hindistanê de ekîba ewil e û li Sonbhadrayê di 10 embarên mezin de dixebitin. Yek ji van jinan jî Endezyar Santosh Parulekar ku piştî xebatên xwe yên dervey welat a 17 salî vegeriya ye welatê xwe ye. Gelek jin bi saya Gîrîşîma Dara Pîpal ê ku ji aliyê Santosh ve di sala 2007'an de ji bo îstîhdamkirina ciwanên gundên ku xizan û bê perwerdene hatibû avakirin, fêrî perwerdeyên înşaatê bûn.
'Têgihîna jinan a ewlehî û konforê li gorî mêran zêde ye'
Hevkara Gîrîşîma Dara Pîpalê û CEO yê Santosh Parulekan diyar kir ku li wir tenê ji sedî 5 hêza mêran heye û wiha axivî: "Li vir jin ji axaftinê zêdetir xebatê tercîh dikin. Têgihîna jinan a ewlehî û konforê li gore mêran zêde ye." Kalyanî Chappîdî ku yek ji perwerdekara hewldanê û endezyarê înşaatê ye da zanîn ku fikra perwerdeya jinan a beşa înşaatê de matmayî ye û ev tişt got: "Pêşî mat mam lê pişt re min dît ku jin hîn zûtir fêr dibin û hîn bêtir tîtîz tev digerin. Bi taybetî jin di karê boyaxê de pir bi qabiliyetin."
Munni ku di wê komî de dixebite bi lêv kir ku derveyî qezençkirina pereyan Dara Pîpal ji bo wê ciheke ewlehî diafirîne. Munnî da zanîn ku ji alî aboriyê de jî piştgiriyê dide wê.
(ea/zt)