Li Seattleyê jin berê xwe dan bayê

10:42

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li hember sektora enerjiya ku ji dîrokê heya roja îro di xizmeta mêr de tê girtin 'Rêxistina Enerjiya Bayê a Jinan' hat avakirin. Têkîldarê mijarê Krîsten Graf agahî da û diyar kir ku eleqeya jinan li hember vê sektorê her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî nûçeyê Publicnewsservice.org'ê, jin li bajarê Seattleyê a girêdayî eyaleta Washingtona Emerîkayê, li hember sektora enerjiyê a ku ji dîrokê heya roja îro di xizmeta mêran de tê girtin, Rêxistina Enerjiya Bayê a Jinan' avakirin. Midûra rêxistinê Krîsten Graf got, "Jinên ciwan eleqeyek mezin nîşanî teknoloji û zanyariyê dibin û dixwazin pirsgirêkê cîhanê re mijûl bibin. Ji ber vê çima em ji bo wan derfetê avakirina teknolojiyek paqij û enerjiyek ku pêre eleqedar bin avanekin?."

Enerjiya bayê sektoreke ku ji aliyê piştgiriya qadên navnetewî ve tê mezin kirine. Tê payîn ku dê di sala 2016'an de enerjiya bayê bê zêde kirin. Li gorî lêkolîna Leboratuvara Enerjiya Neteweyî a ku tê Nûkirin yê sala 2013'an, jin enerjiya bayê yê bingehîn ji pênç yek avadikin. Li gorî Alîkarê Serokê Enerjiya DNV GL jî, jin bi taybet di qada endezyariyê nûnertiya wê kêm tê kirine. Rêxistina Enerjiya Bayê a Jinan ji bo jin zêdetir tevlî qada enerjiya bayê bibin xebat dide meşandin.

(rc)