Jinên rastî êrîşê asîtê hatî 1. navenda rehabilitasyonê vekirin
12:23
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ria Sharma (23) a ku rastî êrîşa asîtê hatî, ji bo jinên ku wek wê maxdur li Hîdîstanê navenda rehabilitasyon vekir.
Li Hîndîstanê ku gelek jin rastî êrîş û şîdetê tên di heman demê de dibin maxdurê êrîşên asîtê. Li welatê Hîndîstanê her sal nezî hezar jin rastî şîdeta asîtê tên û gelek ji van êrîşan nekevin qaydiyên nexweşxanê. Ria Sharma (23) ji bo jinên ku rastî êrîşên asîtê hatine navenda rehabilitasyonê vekir. Li Hîndîstanê 1. Navenda Rehabilitasyonê a ku ji aliyê Sharma ve hatî vekirin, ji bo tevahî jinên ku rastî êrîşê asîtê tên bû hêvî.
'Min xwe li beşa şewatê dît'
Li gorî nûçeya Pri. Org Ria Sharma berî çend sala li Kolejiya Çandê Leeds xwedekara modeyê bû û piştî ku ji beşa xwe memnûn namîne derbasî beşa filma dibe. Ria diyar kir ku ew ê belgesela jinên ku rastî êrîşa asîtê tên bikêşe û wiha domkir, "Gava min belgeselê jinên rastî êrîşa asîtê tên dikêşand, ez jî rastî êrîşa asîtê hatim û min xwe li nexweşxanê beşa şewatî dît. Êşên ku min li beşa şewatê dît jiyana min heya dawî guhert. Heya niha wek vê êşê ku bihevre tên jiyandin nehatibûm. Di wê demê de hilbijartin dimîne ji mirov re, an tu ji bo rehetiya jiyana xwe têbikoşe an jî tûnê ji bo jiyana mirovên din di nava tevgera alîkariyê de bê."
Ên ku li navendê dixebitin tev jinin
Ria jiyana xwe fedayî kesên ku maxdurê asîtê bûne kir. Ria di sala 2014'an de ji bo piştgiriya jinên maxdurê asîtê bûne kampanya bi navê 'Birîna veneke hezkirinê ava bike' da bû despêkirin. Ria ji bo jinên rastî êrîşa asîtê hatine hevya Adarê klînika rehabilitasyonê vekir. Li navenda rehabilitasyonê ji bo maxdurê ku jiyan dikin wek tişten tibbî, huquqî, derûnî û piştgiriya aborî tên danîn. Ji aliyê din ve li navenda rehabilitasyonê wek perwerdaya yoga, nivîsa helbesta piştgiriya hisî tên danîn. Ligel ku li navendê ewlehiya kar a jinan tê danîn, li aliyê din perwerda piştgiriya kar tê danîn. Ji jinên ku ji dervî bajêr tên cihê raketinê tê amadekirin. Li navenda rehabilitasyonê bi piranî jin di xebitin.
Ria diyar kir ku hêviya wê ew e ku piştî 10 salê din pêdivî bi van navendên rehabilitasyonê nemînine.
(dt/rc)