Hilda ya 9 salî di heman demê de rojnemegere
12:56
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel Hilde Kate Lysiak (9) rojnemegertiyê dike di heman demê de jî li ser sîteya tora civakî edîtorî û gernendeyiya wêşanxaneyê sîteya Orange Street News dike.
Li gorî nûçeya Washingtonpost Hilde Kate Lysiak (9) li bajaroka Selinsgrove ya Herêma Pensilvanya ya bajarê Snyder ê Dewletên Yêkbûyê Emerîka, xwendekara dibistana seretayî pola sêyemîne. Hilde bi sernava 'qetilkirina li kolana Ninth' di olîne de parkir. Hilde tenê ne nûçeyan çêdike di hemandemê de wêne û videon jî dikşîne û ji aliyê din ve jî edîtoriya weşanxana sîteya Orange Street News dike. Bavê Hilde li New York ê nûçegihanê Daily News yê. Hilde diyar kir ku ew hertim bûyerên çîrokên suc di şopîne.
'Ez nivîsandina nûçeyan bernadim'
Hilde got ku ew dixwaze hertim agahiyên rast bide û wiha berdewam kir: "Nûçegihanî pîşeyeke ku min pir keyfxweş dike. Teybêt ez dixwazim dozên suc bi şopînim." Hilde di derbarê nûçeyên ku çêdike de jî wiha axivî, "Ji bo çêkirina nûçeyên rast agahiyên bi bawerî di destê min de hebûn." Hilde ya ku di saliya 7 xwe de dest bi nûçegihaniyê kirî, sîteya Orange Street News çêkiriye û di 8 saliya xwe de tevlî civînên meclîsa bajarok dibû û bi xwediyê karkeran re ropotaj kiriye. Hat zanîn ku bi teybêtî ew dozên sucan dişopîne.
Hilde got ku ew ji nûçegihantiyê hez dike û wê nivîsandina nûçeyan berdewam bike.
(dt/zt)