Kalash ji bo jîndina çanda xwe dest bi kampanya kirin
09:03
JINHA
PAKÎSTAN - Kalashên ku bi çandê xwe dijîn, ji ber tundiyên cur be cur ên Pakîstanê neçar mane koçî bajarên cuda bikin. Kalashên ku hêjmara nifûsê wan li herêmê ketiye 3 hezar, ji bo jîndin û parastina çanda xwe kampanya dan despêkirin.
Kalashên ku li Pakîstanê dijîn her ku diçe çanda û ziman wan winda dibe. Li gorî nûçeya dailymail.co..ê Kalashên ku li Pakîstanê rastî tundiyên cur be cur tên ji bo jîndina çanda xwe hin aktivîst dest bi kampanya kirin. Kalash ji bo çanda xwe bidin jiyandin di sala 2008'an des serî li Lîsteyê Mîrateyên Çandê ya UNESCO'yê dan. Ligel ku 8 sal dibore, ji ber birokrasiya serdest hîna ti çareserî û hewildan pêk ne hatî. Hin akademîsyen dibêjin ku Kalash li herêmê di sedsala çaremînde li Rojhilata Navîn a Antîk ji neviyên artêşa Îskenderê Mezin tên.
'Ji bo Kalashan divê çareseriyek zagonî pêk were'
Zarokên Kelashan bêy ku perwerdehiyek derbarê çandê xwe de bibînin, bi zorê waneyên Îslamî dibînin. Ev yek jî dibe sedem ku gelê Kelashê berê xwe ji bo kar û xwendinê bide bajarên cuda. Bi vî aweyî gelê Kalashê li kur dijîn gelek nayê zanîn. Aktîvîsta KPDN'ê Luke Rehmat got, "Gelê Kalashê şaristaniyekî yê jiyandare, divê ji bo parastina gelê Kalashê hikûmeta Pakîstanê çareseriyek zagonî pêk bîne. Luka her wiha hikûmetê ji ber pêvajoya UNESCO'yê piştçav kiriye rexnekir.
(rc)